"Ew terorîstên hûn zehf ji wan hez dikin wê berê çekên xwe bidin we jî"

Serok Recep Tayyîp Erdogan li ser biryara AÎHMêyê got: "Terorîstên hûn zehf ji wan hez dikin, wexta hûn dest bidin menfeetên wan wê ne tenê nefreta xwe berê çekên xwe jî bidin we."

"Ew terorîstên hûn zehf ji wan hez dikin wê berê çekên xwe bidin we jî"

Serok Recep Tayyîp Erdogan li ser biryara AÎHMêyê got: "Terorîstên hûn zehf ji wan hez dikin, wexta hûn dest bidin menfeetên wan wê ne tenê nefreta xwe berê çekên xwe jî bidin we."

Serok Erdogan di Civîna Mixtaran a 48emîn da axivî.

Ji axaftina Serokomar Erdogan sernavên derdikevin pêş ev in:

"AÎHMê duh biryareke dijî welatê me eşkere kir. Çi dibêjin? Dibêjin Tirkiyeyê di doza ku serokê giştî yê berê yê partiyeke ku bi PKKya rêxistina terorê ra têkildar e tê darizandin da mafên azadî, ewlehî û hilbijartinê binpê kiriye. We qet bihîstiye ku saziyeke Yekîtiya Ewropayê ji ber daxuyaniyên wî yên di bûyerên 6-8ê Cotmehê da ku li ser bangê gel derketin derva û li kuçeyan 50 kesên mesûm hatin qetilkirin da tiştek gotiye?

Heqê tu sazî û welatekî ku FETOyiyên li Tirkiyeyê hewla derbeyê kirin dikin taca serê xwe qala demokrasiyê bikin.

Kesên pesnê Geziyê didin eşkere yan jî veşartî pesnê PKKyê jî dide û piştgiriya FETOyê jî dike.

(Biryara AÎHMê) Terorîstên hûn zehf ji wan hez dikin, wexta hûn dest bidin menfeetên wan wê ne tenê nefreta xwe berê çekên xwe jî bidin we.

Bûyerên Geziyê wekî şexsên li ser serê CHPyê proje bûn. Navê vê projeyê jî jinûva qeydê li lingên Tirkiyeyê bixin, meşa pîroz a gelê me bidin sekinandin e.

Hilberîna genimê me têra me dike, çima ligel vê genim îtxal dikin? Ji bo têxin makarne, ar, pîskuvêt, îrmik, savar û amûrên din ku bifroşin derva genim tê îtxalkirin. Ji vê ra dibêjin çi? Dibêjin îtxalata ji bo îxracatê Kemal Beg."

AA

Dîroka nûkirinê: 22 Mijdar 2018, 17:01
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE