“Ew tiştên ku em îro weke vîzyonê behsa wan dikin, dê sibe weke heqîqetan derkevin pêşiya me”

“Ew tiştên ku em îro weke vîzyonê behsa wan dikin, dê sibe weke heqîqetan derkevin pêşiya me”

Serokomar Erdogan di Merasima Pîrozbahiyên 569emîn salyada Fetha Stenbolê û daçikandina fîdanan li Baxçeyê Gel ê Balafirgeha Ataturkê ya li Stenbolê de axivî.

Serokomar Erdogan bi hedîsa derbarê fetha Stenbolê ya "Dê Konstantîniyye miheqeq were fetihkirin. Ew fermandarê ku fetiha wê bike çi fermandarekî çak û eskerên wî, artêşa wî, jî çi artêşeke çak e" dest bi

axaftina xwe kir.

Serokomar Erdogan anî ziman ku li gorî reqemên fermî yen li ber destê wî nuha 560 hezar kes li pêşberî wî ye û got, "Hûn çi mirovine xweşik in. We xwe nîşanda ku di rêya 2023yan a Stenbolê de hûn amade ne."

Erdogan bibîr xist ku îro 569emîn salyada Fetha Stenbolê ye û wiha got:

"Em weke Tîfaqa Cumhûr em pêkve ne. Weke temsîla vê salyadê 569 Yenîçeriyên me li vêderê ne. Ev tê wê wateyê em gavekî din nêzîkî vîzyona xwe ya 2053yan ya ku me ji bo 600emîn salyada fethê nezir kiribû, bûne. Her yek ji van nîşaneyan ji bo siberojê şewqek in. Ew tiştên ku em îro li vêderê weke vîzyonê behsa wan dikin, dê sibe weke heqîqetên welêt derkevin pêşiya me."

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku ew weke Tîfaqa Cumhûr ji bo hemî cure xizmetguzariyê amade ne û bang li mixalefetê kir û got, "Biroj derew û êvaran derew, karê wan ev e. Bay Kemal were ser hişê xwe. We serdema xwe ya berê de jî ji bo Menderesê rehmetî û hevalên wî digot, 'bi teyeran zêr revandin, bi teyaran elmas revandin.' Nuha jî Bay Kemal heman tiştî dibêje. Bay Kemal dê derewên te nekevin cih. Ji ber bêbextî û derewên wî me carekê 150 hezar lîre û careke din jî 100 hezar lîre bi mehkemê jê sitend û me da weqfan. Bila hîç nebe xêrek çêbibe."

Erdogan wiha pê de çû:

"Mirov hinekî fedî dike. Bi hezeyanên dûrî aqil û derveyî exlaq ên weke 'wê bireve' ev iş nabe. Vaye Erdogan li vêderê ye, li Atakoyê me heta mirinê li vêderê me. Dema li hesabê wan tê edebiyata hişînayiyê dikin, dema li hesabê wan neyê jî, her wekî li vêderê dikin dibin qîrperwer û betonperwer."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE