"Ewladê me kîngê were wê çaxê dê ji bo me bibe eyd"

Kamile Kuçukdag: "11 meh e em nabêjin havîn, zivistan, nexweşî û eyd, em çalakiya xwe ya li vê derê didomînin. Ewladê me kîngê were wê çaxê dê ji bo me bibe eyd"

"Ewladê me kîngê were wê çaxê dê ji bo me bibe eyd"

Nobeda ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, di Eyda Qurbanê da jî dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 335emîn.

Kamile Kuçukdag ku ji wan dayikan e, rahêştine wêneyên zarokên xwe û çalakiya xwe didomînin, diyar kir ku heta ew bigihîjin ewladên xwe ew ê çalakiya xwe bidomînin.

Kuçukdagê diyar kir ku ev 12 eyd e ew kurê xwe nabîne û wiha dewam kir, "11 meh e em nabêjin havîn, zivistan, nexweşî û eyd, em çalakiya xwe ya li vê derê didomînin. Ewladê me kîngê were wê çaxê dê ji bo me bibe eyd."

- "Em ê zarokên xwe ji van ra nehêlin"

Şevket Bingol ku ji bo kurê xwe Tuncay di çalakiyê da beşdar e jî got ku ew ê çalakiya xwe bibe serî û wiha xeberda:

"Ez heta ewladê xwe hi HDPyê nestînim, ez ê ji vir neçim. Ev (HDP, PKK) 40 sal e ji ser xwîna Kurdan li pey rantê ne. Zarokên Kurdan jî direvînin çiya. 12 eyd e ez kurê xwe nabînim. Heta em zarokên xwe hilnedin, em ê ji vir neçin. Em ê zarokên xwe ji van ra nehêlin."

Bingol bangî kurê xwe kir ku teslîm bibe û wiha got, "Tuncay kurê min, van tu li çiya terikandine ku bêyî kuştin. Tu li kuderê esker, polês bibînî, bireve, teslîm bibe."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE