"Ewladên me ji hêla HDPyê hatin revandin"

Nobeda ewladan a li Diyarbekirê di roja 455emîn de ye...

"Ewladên me ji hêla HDPyê hatin revandin"

Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan bi xapandin revandine serê çiyê û bi hêviya bigihêjin ewladên xwe nobeta ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dane destpêkirin, didomînin. 

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 455emîn. 

Îmmihan Nilifirka ku ji İstanbulê hat û ji bo kurê xwe Mehmetê revandî beşdarî çalakiya rûniştinê bû, diyar kir ku kurê wî gava duh meh mabû ji Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Egeyê mezûn bibe, revandin û nehiştin ku bixwîne.

Nilifirkayê wiha xeberda, "Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim. Ewladên me ji hêla HDPyê hatin revandin. Em lewma li vê derê ne, li navnîşana rast in. Ev der paytextê Qendîlê ye, hemû zarok anîne vê avahiyê, li vê avahiyê ders didin. Mêjiyê wan diçeliqînin, dînê wan diguherînin û wan dibin çiyê. Li çiyê jî xwe di pişt zarokên me da vedişêrin, li vir jî ji me direvînin."

Fadime Aksu ku ji Kocaeliyê hat û ji bo kurê xwe Eren Yalçinê revandî beşdarî nobeda ewladan bû jî diyar kir ku ew heta negihîje kurê xwe, ew ê çalakiya xwe bidomîne.

Aksuyê wiha bangî kurê xwe kir:

"Kurê min tu min dibihîzî, ev her cure heqretê li me li dayikan dikin. Heger di dilê we da piçek jî hezkirina dayikê hebe hûn ê ji wir derkevin û werin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE