"Ewên ku firsendkariyê dikin, ne gel wan efû dike ne dîrok ne jî dewlet"

"Ewên ku firsendkariyê dikin, ne gel wan efû dike ne dîrok ne jî dewlet"

Serok Recep Tayyîp Erdogan got, "Tirkiye têkoşaneke herî dijwar a dîrokî li hember aboriyê dide, ewên ku firsendkariyê dikin ne gel wan efû dike ne dîrok ne jî dewlet."

Erdogan piştî Civîna Kabîneyê ya ku li Kulliyeya Serokomariyê hat lidarxistin daxuyanî dan.

Serok Erdogan tekezî li rêzgirtina TBMMê kir û wiha got, "Wezîfeya me ye ku em her alî ji bo reftarên pabend bi esalet, nefaset, nezahet, nezaket, îzzet û fezîleta TBMMê, vê saziya ezîz, vexwînin."

Erdogan bal kişand ser gavên nû yên ji bo polîtîkaya geşepêdana aboriyê û wiha got, "Tirkiye rizgariya xwe di veberhênan, îstixdam, berhemanîn, îxracat, û zêdehiya cariyê de dibîne, ne di raçêtên bin siya mîhraqên berjewendiyê de. Emê qebareya xwe ya pîşesaziyê pêş bixînin û pêre pêre îstixdamê û berhemanîna bi faîza kêm û bi kura hevseng, hê pêştir bixînin. Dê vê carê pêşiya hemleya geşepêdanê ya ku bi sedê salan e Tirkiye teşebbus dike lê hemî carê nîvco dimîne û heta paş ve diçe, neyê qutkirin."

- "Armanca me pêkanîna; berhemanîn, îstixdam û refaha mayinde ye"

Serok Erdogan herwiha anî ziman ku armanca wan pêkanîna; berhemanîna mayinde, îstixdama mayinde, refaha mayinde ye û wiha pê de çû:

"Di serî de kesên dahat kêm, ucretdar, malnişîn, ji bo kêmkirina barê li ser hemî asta gelê me, em gavên pêwîst diavêjin. Krediya esnafan a nêzîka 60 milyar lîreyî ku 2021ê hatibû kişandin, bi qasî 5,2 milyar lîreyê wê, dê Xezîne bigirê sitûyê xwe. Me biryar da ku sepana spotaja daşikandî ya ku ji bo welatiyan bi qasî 1,7 milyarî piştek e, em heta dawiya meha adarê bidomînin. Emê pişteka bi qasî 2,6 milyar lîreyî weke pişteka xelayê têxin hesabê bi giştî 651 hezar berhemhênerên me yên ku ji xelayê zirardîtine."

- "Ewên ku firsendkariyê dikin ne gel wan efû dike ne dîrok ne jî dewlet"

Erdogan anî ziman ku Tirkiye weke nuha têkoşaneke pir dijwar a dîrokî li hember aboriyê dide û wiha got, "Ewên ku firsendkariyê dikin ne gel wan efû dike ne dîrok ne jî dewlet. Emê hêstirê çavên wan. kesên ku buhayan bi awayekî neyê şîrovekirin zêde dikin, berê xwe didin stokkariyê, nenerin."

Serok Erdogan ji bo bikaranîna firsenda aboriyê ya ku dewlet pêşkêş dike, bangawazî li gel kir û wiha got, "Ewên ku di bankayan de, di bin balgehan de, di qeseyan de pereyên wan hene, bi taybet ên xwedan dovîz, ez wan dawet dikim ku polîtîkaya me ya nû ya aboriyê binirxînin."


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE