"Ewropa bi eniya dijî Misilmanan vekiriye dawiya xwe tîne"

"Ewropa bi eniya dijî Misilmanan vekiriye dawiya xwe tîne"

Serokkomarê Türkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan: "Ewropa bi eniya dijî Misilmanan vekiriye dawiya xwe tîne. Heger zûtirkê jê xilas nebin wê ev nexweşî hemû Ewropayê ji nav bibe."

Erdogan li Stadyuma Kadîr Has di Kongreya Bajêr ya Asayî ya 7emîn ya Kayseriyê ya AK Partiyê da axivî.

Serok Erdogan di axaftina xwe da destnîşan kir bi Îlham Eliyevê Serokomarê Azerbaycanê ra bi têlefonê xeberdaye û wiha got: "Vê sibehê ez û Eliyev axivîn. Niha birayên me yên ji Azerbeycanê ber bi axên dagirkî va diçin. Dest pê kirin û paşda hildidin."

Erdogan diyar kir wê her cure piştgiriya xwe ya ji bo Azerbeycanê bidomînin got ku em du dewlet û gelek in û Azerbeycan dixwaze axa xwe ya dagirkirî azad bike."

Serok Erdogan bal kişand ser helwesta Fransayê ya der heqê pevçûnên di navbera Ermenistan û Azerbeycanê da û got ku li pişt afat û dagirkirinên li Azerbeycanê ev hene.

Erdogan di axaftina xwe da Emmanuel Macronê Serokkomarê Fransayê rexne kir û got meriv ji serokekî dewletê ra ku dijî bi milyonan bawermendên cuda wiha tevdigere çi bibêje, beriya her tiştî kontrola aqlî.

Serok Erdogan diyar kir li ser sînorê Iraqê yê Sûriyeyê dixwazin dewleta terorê ava bikin û got ku Türkiyeyê li ser sînorên xwe wê destûrê nede hezekeke terorê.

Erdogan destnîşan kir çavkaniya xaza siruştî ya bi 405 milyar metrekupî ku li Behra Reş dîtine hêviya wan ya ji bona sondajên li Behra Sipî zêde kiriye.

Serok Erdogan ji bona li Berlînê biserdagirtina polêsan ya li mizgeftê da got ku bi van êrîşên dijî heqên Misilmanên ku li wî welatî ne nijadperestiya Ewropayê derbasî asteke nû bûye.

Erdogan diyar kir Ewropa bi eniya dijî Misilmanan vekiriye dawiya xwe tîne û got ku heger zûtirkê jê xilas nebin wê ev nexweşî hemû Ewropayê ji nav bibe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE