"Ez çakêtê kurê xwe bêhn dikim û wisa radizêm"

Solmaz Ovunça dayik: "Ez çakêtê kurê xwe bêhn dikim û wisa radizêm. Ez zehf hesretî wî me"

"Ez çakêtê kurê xwe bêhn dikim û wisa radizêm"

 Nobeda ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 286emîn.

- "Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim"

Solmaz Ovunça dayik ku ji Wanê ji bo kurê xwe Baran ku dema 15 salî bû hat revandin, beşdarî çalakiya rûniştinê bû, diyar kir ku ew heta negihîjin zarokên xwe, ew ê çalakiyê bidomînin.

Ovunçê bal kişand ku lawê wê bi rêya HDPyê bo çiyê hat revandin û wiha got, "HDPyê kurê min revand, da PKKyê. Kurê min piçûk bû, hê diçû dibistanê. Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim. Êdî taqeta min nemaye. Ez çakêtê kurê xwe bêhn dikim û wisa radizêm. Ez zehf hesretî wî me."

Ovunçê herwiha bangî kurê xwe kir ku were û teslîm bibe.

- "Kurê min were teslîmî edaletê bibe"

Abdullah Demirê bav ku ji bo kurê xwe Fatih çalakiyê dike jî diyar kir ku ew dixwaze bigihîje kurê xwe û wiha axivî:

"286 roj e em çalakiya xwe didomînin. 286 sal derbas be jî em heta zarokên xwe hilnedin em ê ji vir neçin. Kurê min 5 sal e rojek derbas nebûye ku min nedaye dû te. Ez li her derê li te geriyam, te nîşanî min nedan. Kurê min were teslîmî edaletê bibe. Bes e, êdî were hemêza dê û bavê xwe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE