''Ez ewladê xwe ji wan dixwazim"

''Ez ewladê xwe ji wan dixwazim"

Dayikên Diyarbekirê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê seba zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê, çalakiya rûniştinê dikin û dixwazin bigihêjin ewladên xwe.

Malbatên ku zarokên wan revandine serê çiyê, HDPyê berpirsiyar dibînin û di 3yê îlona 2019an da çalakiya rûniştinê dan destpêkirin û çalakiya wan di roja 881emîn da dewam dike.

Necibe Çiftçiya ku ji bo kurê xwe yê Rojhat beşdarî çalakiyê bûye, diyar kir ku wê çalakiyê heya dawiyê bidomînin.

Çîfçiyê got, "Kurekî min di gorê da ye, yek li serê çiyê ye. HDP û PKKyê ev yek anî serê min. Wan ev zilma li serê min kir. Biryardariya me wê dewam bike. Ez heta ewladê xwe ji HDP û PKKyê nestînim, ez ji vê derê naçim. Ez ewladê xwe dixwazim." û bangî kurê xwe kir ku teslîmî hêzên ewlehiyê bibe.

Hatîce Levent jî ji Kutahyayê hatiye û seba Fadîmeya keça xwe ya ku 6 sal berê di 18 saliya wê da xapandine û birine serê çiyê, beşdarî çalakiyê bûye. Leventê jî got ku ew ê seba ewlada xwe têkoşînê bidomîne.

Leventê daxuyand ku ew bi salan e ji keça xwe dûr e, wê têra xwe êş û elem kişand û xwest ku keça wê teslîmî hêzên ewlehiyê bibe û wê pir bîra keça xwe kiriye.

Leventê got ku çavê wan li rêya zarokên wan e û wiha xeberda:

"Ez heta keça xwe hilnedim, ji vê derê naçim. Ewlada min berdin. Em hemû dê û bav vê berfê û zivistanê li vê derê ne. Destê xwe ji ser zarokên me bikêşin. Hûn ji zarokên me çi dixwazin? Keça min ê bixwanda û ez xwedî bikirama. Ev qas eziyet bes e. Em zarokên xwe dixwazin."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE