"Ez îhaleyan îmze nakim Kemal Beg, te derewkariya xwe îsbat kir"

"Ez îhaleyan îmze nakim Kemal Beg, te derewkariya xwe îsbat kir"

Serok Recep Tayyîp Erdogan got: "Me heta niha kes nexist navbera xwe, Trabzon û Trabzoniyan, em ê ji vir şûnda jî nexin. Heke Trabzon rabe li ser piyan, hemû Tirkiye wê rabe li ser piyan."

Erdogan li Meydana 15ê Tîrmehê beşdarî Merasima Vekirina Giştî ya Projeyan bû û got ew kêfxweş e ku li Trabzonê bi welatiyan ra hatiye bal hev.

Serok Erdogan anî ziman di navbera dilan da rêyeke veşartî ya nayê dîtin heye û wiha dewam kir: "Ew rêya di dilê me da, ya hezkirinê ya di navbera me da li vir bi hemû dilsozî û xweşbûnê va li eşkere holê ye. Me heta niha kes nexist di navbera xwe, Trabzon û Trabzoniyan, em ê ji vir şûnda jî nexin. Heke Trabzon rabe li ser piyan hemû Tirkiye wê rabe li ser piyan. Heke bajarê Trabzonê ya li Behra Spî mezin bibe û pêşva here Hemû Tirkiye wê pêşva here."


Erdogan der barê îdiaya Kemak Kiliçdaroglu ya ku dibêje Erdogan îhaleyan îmze dike û sê qat zêde dide hinekan da jî wiha got: "Kaxizekî nîşan dide, qaşo di binê wê da îmzeya min heye. Ez îhaleyan îmze nakim Kemal Beg, te derewkariya xwe îsbat kir. Min ji Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Adil Beg ra got sibê êvarê derkeve dersa wî bide. Adil Beg şeva din li ser televizyonê derseke baş da wî, jiyana mêrik hemû derew e."

Serok Erdogan got di nav 20 salan da hikûmeta wan hemû sozên dane gel bi cih anîne, di perwerde, tenduristî, ragihandin, vejen û hemû qadan da wan gelek tişt pêşva biriye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE