''Ez heta kurê xwe hilnedim ez ê neçim''

Sevdet Demira dayik: Ez heta kurê xwe hilnedim ez ê neçim

''Ez heta kurê xwe hilnedim ez ê neçim''

Dayikên Diyarbekirê yên bihêviya bigihîjin ewladên xwe yên ku bi xapandin revandine serê çiyê li pêş avahiya Serokatiya Bajêr a HDPê nobeta rûniştinê dabûn destpêkirin bi biryardarî çalakiya xwe didomînin.

Malbatên ku ji bo zarokên xwe yên bi xapandin revandine serê çiyê HDPê wek berpirs dibînin ji 3yê Îlona 2019an vir va çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin û ev roja 902yemîn e ku çalakiya wan dewam dike.

Sevdet Demira dayik ku ji bo kurê xwe Fatih di çalakiyê da beşdar e, diyar kir ku wê zehf bêriya kurê xwe kiriye.

Demirê bal kişand ku 7 sal e ew bi hesreta kurê xwe dijî û wiha dewam kir, "Ez heta kurê xwe hilnedim ez ê neçim. Ez kurê xwe dixwazim."

Demirê bangî kurê xwe kir ku teslîmî hêzên ewlekariyê bibe.

Necmettin Biçerê bav ku ji bo keça xwe Gulcanê di çalakiyê da beşdar e jî diyar kir ku ev 6 sal e ew hesretî qîza xwe ye.

Biçer wiha axivî, "Em bi biryar in. Heta hemû zarokên me ji çiya neyên xwarê, em ê ji vir neçin. Keça min were teslîmî hêzên ewlekariyê bibe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE