''Ez heta kurê xwe hilnedim ji vê derê naçim''

Zumrut Salîm: "Ez heta kurê xwe hilnedim ji vê derê naçim. Ezê çalakiya xwe bidomînim. Ez ewladê xwe dixwazim."

''Ez heta kurê xwe hilnedim ji vê derê naçim''

Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan bi xapandin revandine serê çiyê û bi hêviya bigihêjin ewladên xwe nobeta ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dane destpêkirin, didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 361emîn.

Zumrut Salima ji Yuksekovaya navçeya Hekariyê bo Hemzeyê kurê xwe yê 6 sal berê di 14 saliya wî da revandin serê çiyê, hatiye û beşdarî çalakiya rûniştinê bûye. Salimê daxuyanî da û diyar kir ku ew heta negihêjin ewladên xwe, wê çalakiya rûniştinê bidomînin.

Salimê destnîşan kir ku ew nêzî salekê ye ji mala xwe hatine û wiha pê da çû: "Em ê heta dawiyê li vê derê bin. Ez heta kurê xwe hilnedim ji vê derê naçim. Ezê çalakiyê bidomînim. Parlementer tên û dikevin avahiyê. Tu daxuyaniyê nadin me. Wan zarokên me birin û di ser da jî ji me ra gotinan dibêjin. Ez ewladê xwe dixwazim. Ez heta ji destê min bê li pey kurê xwe me û dev jê bernadim."

Alî Ozkanê ji Antakyaya navçeya navend a Hatayê bo xuşka xwe Esra Ozkana 7 sal berê di 21 saliya wê da revandibûn serê çiyê, beşdarî çalakiyê bûbû diyar kir ku ew heta xuşka xwe hilnede dawî li çalakiyê nayne.

Ozkan destnîşan kir, xuşka wî wexta li zanîngehê dixwend ew xapandin û revandin çiyê ev 7 sal e ku jê tu xeberekê hilnadin.

Di axaftina xwe da Ozkan ji ciwanan xwest ku bila xwe ji cihên xerab dûr bigirin û wiha pê da çû: "Heq û hiqûqê xwe digerin bila bixwînin. Ev welatekî azad û demokratîk e. Herkes dikare li her qadê li heq û hiqûqa xwe bigere. Tundî derî li tundiyê vedike û bi kêrî kesî jî nayê. Bi salan e ku ew kesên dixwazin berê vî gelê hanê bidin ev negihîştin armanca xwe û mirazê wan di çavên wan da ma."

Ozkan bangî xwîşka xwe jî kir û xwest ku bila were û teslîm bibe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE