''Ez heta kurê xwe hilnedim, ji vê derê ranabim''

Sadiye Tokaya dayik: "Ez zarokê xwe ji HDPyê dixwazim. Ez heta kurê xwe hilnedim, ji vê derê ranabim"

''Ez heta kurê xwe hilnedim, ji vê derê ranabim''

Nobeta ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 406em.

Sadiye Tokay ji bo Mehmet Tokayê kurê xwe ku 9 sal berê di 14 saliya wî da li Diyarbekirê revandin serê çiyê, çalakiya rûniştinê didomîne. Tokayê daxuyanî da û diyar kir, heta ku ew kurê xwe hilnede, ew ê ji pêşiya avahiya bajêr a HDPyê neçe.

Tokayê destnîşan kir ku çalakiya wan a li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê wê bi şev jî dewam bike û wiha dewam kir:

"Zarokan dixapînin û dişînin serê çiyê. Şerm nakin. HDPyî qet ji Xwedê natirsin. Partiyî dema ku dikevin avahiyê ber xwe da xeberdidin û gotinan dikin. Em di çalakiya xwe da biryardar in. Heta em zarokên xwe hilnedin, em naçin tu derê. Bira êdî ew şerm bikin. Em ê nobeta xwe şevê jî bidomînin. Heke hewce bike em ê heta greva birçîbûnê jî bikin. Em ê şev û roj nobeta xwe bidomînin. Êdî ev der mala me ye. Ez zarokê xwe ji HDPyê dixwazim. Ez heta kurê xwe hilnedim, ji vê derê ranabim."

Tokayê bangî kurê xwe kir û wiha got: "Heke kurê min, min dibîne dibihîze, bira vegere. Ez tu wextî ji kurê xwe nexeyîdîme. Deriyê min jê ra vekirî ye."

Suleyman Aydin jî ji navçeya Sûrê seba Ozkanê kurê xwe yê ku 5 sal berê di 15 saliya wî da revandine serê çiyê, nobeta ewladan digre. Aydin got ku 406 roj in ew li pêşiya HDPyê çalakiya xwe didomînin.

Aydin bi bîr xist ku HDPyiyan duh bi dengê muzîkê bersiv da daxwazên dayikan û wiha dewam kir, "Dengê muzîkê heta bêjî zêde kirin. Eyb nîne? Qeyê ewladên we tunene? Qet wijdana we tuneye? 4-5 sal haya me ji zarokên me tunene. Feraseta we ya demokrasiyê ev e?"

Aydin daxuyand ku HDPyê kurê wî xapand û şand serê çiyê û wiha dewam kir:

"Em ê êdî bişev jî çalakiya xwe bidomînin. Em ê ji vir û şûnda êdî neçin tu derê. HDPyê zarokên me çawa biribin serê çiyê, bira wisa jî bînin. Çi heqê HDPyê heye ku vê zilmê li me dike? Em ji duh va ranezane û li vê derê nobetê digrin. Mixabin HDP li vê derê dijî me provokoasyonê dike. Em ê li vê derê çalakiya xwe bidomînin. Zarokên me çawa biribin, bira wisa bînin. Em di çalakiya xwe da biryardar in, naçin tu derê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE