‘’Ez hêvîdar im ku hilbijartin xêr û xweşiyê bîne’’

Namzedê Îtifaqa Cumhur ê İstanbulê Binali Yıldırım dengê xwe da

‘’Ez hêvîdar im ku hilbijartin xêr û xweşiyê bîne’’

Namzedê Îtifaqa Cumhur ê İstanbulê Binali Yıldırım dengê xwe da. Yıldırım bi nevî û xanima xwe re çû ser sindoqê. Yıldırım got, bila hilbijartin bi xêr û silamet be.

Yıldırım wiha axivî; ‘’Em dibînin ku eleqaya ji bo hilbijartinê gelek zêde ye. Hilbijartin wek cejna demokrasiyê ye. Em ê îro ji bo pênc salan rêvebirên xwe yên herêmî hilbijêrin. Ji bo Stanbolê, 39 navçeyan û ji bo Tuzlayê bila li ser xêrê be. Hêviya min ji Xwedê ku hilbijartin ji bo yekitîya me, siberoja me xêr û xweşiyê bîne. Semra Xanimê jî em tenê neşandin. Xweş derbas bû, me kampanyayeke xweş kir, me li halê hemû Stanbolîyan pirsî. Wextê me gelek xweş derbas bû, niha dema xebatê ye, dema çêkirina projeyên me yên ji bo Stenbolê ye.’’

Dîroka nûkirinê: 07 Nîsan 2019, 12:30
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE