''Ez ji HDP û PKKyê kurê xwe dixwazim''

Dayik çiftçi: Ez ji HDP û PKKyê kurê xwe dixwazim

''Ez ji HDP û PKKyê kurê xwe dixwazim''

 Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan bi xapandin revandine serê çiyê û bi hêviya bigihêjin ewladên xwe nobeta ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dane destpêkirin, didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 667emîn.

Necibe Çiftçiya ku ji Şemdînliya Hekariyê ji bo kurê xwe Roşat Çiftçi ku 6 sal berê hat revandin, di çalakiya rûniştinê da berdewam e, diyar kir ku ew heta negihîje kurê xwe, ew ê çalakiya xwe bidomîne.

Çiftçiyê bal kişand, kurê wê yê mezin Sami Çiftçi yê bavê 4 zarokan ji ber ku piştgirî neda rêxistinê ji hêla mensûbên rêxistina terorê PKKyê hat revandin û qetlkirin. Çiftçiyê got ku HDP û PKKyê du ewladên wê jê sitandin û wiha dewam kir, "Ez ji HDP û PKKyê kurê xwe dixwazim. Çavekî min kor kirin, bira yê din bidin. Ez ê ji vir neçim."

Çiftçiyê her wisa bangî kurê xwe kir ku teslîmî hêzên ewlekariyê bibe.

Turkan Mutluya dayik a ku ji bo keça xwe Ceylanê di çalakiyê da beşdar e, diyar kir ku ew ewladên xwe dixwazin.

Mutluyê got ku ev 8 sal e ew hesretî ewlada xwe ye û wiha got, "HDPyê ewlada min xapand û bir çiyê. Çawa biribe bira wisa jî bîne. Ez heta keça xwe hilnedim ez ê li ber deriyê HDPyê bim."

Mutluyê jî bangî keça xwe kir ku teslîm bibe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE