"Ez ji HDP û PKKyê kurê xwe dixwazim"

Nobeta ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Bajêr a Diyarbekirê dan destpêkirin ku zarokên wan ên revandine çiyê li wan werin vegerandin, dewam dike.

"Ez ji HDP û PKKyê kurê xwe dixwazim"

Nobeta ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Bajêr a Diyarbekirê dan destpêkirin ku zarokên wan ên revandine çiyê li wan werin vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan revandinê çiyê, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 206emîn.

Zumrut Salima ji Yukseovaya Hekariyê ji bo kurê xwe Hamza Salimê 6 sal berê dema ew 14 salî bûye revandine çiyê beşdarî çalakiyê bû wiha axivî: "Kurê min ji kursa Qur'anê revandin. Kurê min bi rojî bû ew revandin. Ez nexweş im kurê min, em bêriya te dikin. Heke tu dengê min dibihîzî were, vegere mala xwe kurê min."

- "Ez ji HDP û PKKyê kurê xwe dixwazim"

Bedirhan Çurê ji Elaşgira Agiriyê ji bo kurê xwe Vahît Çur hatiye jî got heta ew negihêje kurê xwe ewê neçe û wiha dewam kir: "HDP bila kurê min bîne. Bila kurê min bînin ezê ji vir herim mala xwe. Ez ji HDP û PKKyê kurê xwe dixwazim."

Yasîn Kayayê ji Agiriyê ji bo qîza xwe Çîgdem Kayaya 4 sal berê dema 17 salî bûye revandine çiyê beşdarî çalakiyê bûye jî got 206 sal derbas bibin jî heta ew qîza xwe hilnede ewê ji vir neçe.

Kaya wiha axivî: "Ji revandina qîza min HDP berpirsyar e. HDPyê qîza min biriye û dane PKKyê. Çawa qîza min revandine, bila wisa jî bînin. Min qîza xwe şandibû mektebê. Sûcê qîza min çi bû, ew revandin birin? Qîza min ji PKKya rêxistina terorê bireve were, ezê te bidim xwendin. Dewleta me li pişta me ye. Were li cem dewleta xwe. Ev welat welatê me ye."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE