" Ez ji hemû welatiyên me ra dibêjim bila ji xizmeta aşiyê îstifade bikin"

Erdogan anî ziman eyda çûyî ji ber vîrusa koronayê hinekî nexweş derbas bû, lê îsal hinekî rê li ber şewba Kovîd-19ê hat girtin, gavên ber bi normalbûnê va hatin avêtin û ji ber vê di nav şert û mercên baş da ew gihîştin eydê.

" Ez ji hemû welatiyên me ra dibêjim bila ji xizmeta aşiyê îstifade bikin"

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan daxuyand îsal bi awayekî cidî rê li ber şewba Kovîd-19ê hat girtin, gavên ber bi normalbûnê va hatin avêtin û ji ber vê di şertên baş da ew gihîştin eydê û wiha got: "Ez ji hemû welatiyên me ra dibêjim bila ji aşiya ku me kesên ji 18 salî mezintir in ra xistiye xizmetê îstifade bikin."

Erdogan ji ber Eyda Qurbanê peyameke bidîmen weşand.

- "Ev rojên bimbarek bila ji gelê me, alema Îslamê û hemû mirovahiyê ra xêrê bînin"

Di peyama xwe da Erdogan wiha got: "Hemd ji Rebê me ra ku em dîsa gihandin Eyda Qurbanê. Em hêvî dikin ev rojên bimbarek bila ji gelê me, alema Îslamê û hemû mirovahiyê ra xêrê bînin."

Erdogan anî ziman eyda çûyî ji ber vîrusa koronayê hinekî nexweş derbas bû, lê îsal hinekî rê li ber şewba Kovîd-19ê hat girtin, gavên ber bi normalbûnê va hatin avêtin û ji ber vê di nav şert û mercên baş da ew gihîştin eydê.

Serokomar Erdogan got ew xemgîn e ku îbadeta hecê hê nikare bi coş û geş bê kirin û ew hêvî dikin ku rojên li pêş dîsa hec wek berê bê kirin.

- "Ez ji hemû welatiyên me ra dibêjim bila ji xizmeta aşiyê îstifade bikin"

Erdogan bal kişand ser tevdîrên vîrusa koronayê û wiha axivî: "Li hemberî şewbê çekên me yên herî mezin paqijî, maske, mesafe û aşî ne. Di aşîkirinê da li gor nîvendiya dinyayê em di asteke baş da ne. Di tedarîkkirina aşiyê da jî em tu tengasiyê nakşînin. Heta dawiya salê em ê aşiya xwemalî amade bikin. Ez ji hemû welatiyên me ra dibêjim bila ji aşiya ku me kesên ji 18 salî mezintir in ra xistiye xizmetê îstifade bikin. Hê nayê zanîn ku ev nexweşî li ku û çawa digîhîje meriv, tesîreke çawa dike û encamên çawa derdixe holê. Ji ber vê divê em bitevdîr bin, li dijî wê xwe biparêzin. Bi saya aşiyê hejmara pêketî, nexweş û miriyan wê kêm bibe ku ev jî ji bo tenduristiya şexsan, morala gel û armancên welêt pir girîng e."

Erdogan anî ziman Komara Tirkiyeyê bi hemû derfetên xwe va di bin emrê 84 milyon welatiyan da ye, ji bo aborî xurt bibe, veberhênan bên kirin, îstihdam zêde bibe, îxracat pêşva here hewl tê dayîn û xebat tên kirin û ew hêvî dike ev rojên bimbarek rêya gel û welêt veke, pirsgirêkan çareser bike.

Ji bo şofêrên ku wê di eydê da derkevin rêwitiyê jî Erdogan hişyarî da ku ew baldar bin û peyama xwe wiha qedand: "Bi van hestan va ez careke din dibêjim Eyda Qurbanê bila bibe xelasiya me hemûyan, çi di dilê me da hebe bila pêk bê. Eyda we bimbarek be."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE