"Ez ji qaymeqaman dixwazim ku di nav gel da bin"

Serok Erdogan, "Ez ji we (qaymeqam) dixwazim 24 saet û 7 rojên hefteyê di nav gel da bin û bi wan ra eleqedar bibin."

"Ez ji qaymeqaman dixwazim ku di nav gel da bin"

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Ez ji we (qaymeqam) dixwazim 24 saet û 7 rojên hefteyê di nav gel da bin û bi wan ra eleqedar bibin."

Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê di Civîna Amirên Îdareyên Mulkî da axivî.

Serok Erdogan der barê nîqaşên li ser çûyîna konsera Fazil Say da wiha got: "Ew kesên melûm çawa ku vexwendnameya konserê gihîşte destê min kampanyayeke lîncê ya mezin dan destpêkirin."

Erdogan di xeberdana xwe da ji qaymeqam xwest ku 24 saet û 7 rojên hefteyê di nav gel da bin û bi wan ra eleqedar bibin û wiha dewam kir: "Qaymeqamên ku li navçeyên îdare dikin haya wan ji lazimatî, pirsgirêk û derdên her malekê tunebe gorî me wezîfeya xwe baş nake. Ev ji bona qaymeqam, alîkarên walî û waliyan jî wiha ye."

Serok Erdogan di xeberdana xwe diyar kir amirên îdareyên mulkî yên ji gelê xwe hez dikin, girêdayî dewleta xwe ne, pêşerojê difikirin, hişê wan xurt e, dilê wan geş e û dewlemend e, rastgo ne, jêhatî ne û di heyata xwe da rast û durist in dikarin her pirsgirêkî çareser bikin.

Dîroka nûkirinê: 30 Çile 2019, 16:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE