"Ez ji qîza xwe dixwazim heke min dibîne bila were û teslîmî dewletê bibe

Esmer Koç:"Ez ji qîza xwe dixwazim heke min dibîne bila were û teslîmî dewletê bibe. Ew der cihê te nîne. Tu xapandin û birin serê çiyê. Em PKKyê naxwazin."

"Ez ji qîza xwe dixwazim heke min dibîne bila were û teslîmî dewletê bibe

Nobeta dayikên Diyarbekirê ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê bi hêviya bigihîjin ewladên xwe dabûn destpêkirin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê ji ber hinceta zarokên wan bi destê HDPyê birine serê çiyê di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiyê partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 436emîn.

Ji dayikên di nobetê da ne Esmer Koçê diyar kir ku ew ji Şemzînana navçeya Hekariyê bo qîza xwe Zubeyde Koça 7 sal berê ku hê 15 salî bi xapandin revandine serê çiyê beşdarî çalakiyê bû û ji sala 2013an vir va jî li pey qîza xwe ye û lê digere.

Dayika bi derd û keser got: "Em dayikên li vê derê ji salekê zêdetir e ku li pêşiya HDPyê çalakiyê dikin. Ez ji bo qîza xwe Zubeydeyê li vê derê me. Tiştê ez ji qîza xwe dixwazim heke min dibîne bila were û teslîmî dewletê bibe. Ewder cihê te nîne. Tu xapandin û birin serê çiyê. Em PKKyê naxwazin."

Suleyman Aydinê ku ji bo kurê xwe Ozkanê 5 sal berê hê 15 salî li Sûra navçeya Diyarbekirê bi xapandin revandine serê çiyê, beşdarî çalakiyê bû jî got ku ew bi biryar in ku nobeta xwe bidomînin.

Aydin bi bîr xist ku ji salekê zêdetir e ew li pêşiya avahiya partiya zarokên xelqê direvînin sekinîne û wiha domand: "Parlementerekî HDPyê jî li malbatan xwedî derneket. Ji me gotin ku em zarokan naşînin lê nav û agahiyên der barê zarokan da ji avahiya HDPyê derket. HDP bila ser sûcê xwe negire. Bila êdî hemû Tirkiye rûyê rastîn ê HDPyê bibîne."

Bavê reben bangî ewladê xwe kir û got: "Kurê min were û teslîmî hêzên ewlehiyê bibe û bila êdî ev keser jî biqede."

Ji hêla din va serdanên piştevaniyê jî dewam dikin û Serokê Federasyona Yekîtiya Neteweyî û Biratiyê Ahmet Kabadayi û endamên lijneya rêveberiyê jî çûn serdana malbatên bo ewladên xwe di nobetê da ne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE