"Ez ji vir bangî gelê me dikim, tu carê malên Fransayê nekirin"

"Ez ji vir bangî gelê me dikim, tu carê malên Fransayê nekirin"

Serok Erdogan: "Ez ji vir bangî gelê me dikim, tu carê malên Fransayê nekirin."

"(Kovîd-19) Bi saya binesaziyeke xurt a tenduristiyê, tevdîrên di demê da me dîtin û fedakariya xebatkarên me yên tenduristiyê li gor welatên din em vê şewbê hêsantir derbas dikin."

 "Ez ji vir bangî serokên dinyayê dikim, heke li Fransayê li hemberî Misilmanan zilm hebe werin em bi hev ra li wan jî xwedî derkevin."

 "Ji ber teşwîqkirina serokê Fransayê yê ku ji hêla hiş va mihtacî kontrolê ye van êrîşan dest pê kir."

 "Dijmintiya Îslam û Misilmanan, li hin welatên Ewropayê bûye weke polîtîkaya ku serokê dewletê bixwe piştgiriyê didê."

"Ez bangî Şansolye Merkelê jî dikim, ka li cem we azadiya dîn hebû, dewleta we ji bo dîn û kesên dînê xwe dijîn pêbaweriyek ava kiribû? Baş e, çawa dibe ku di nimêja sibê da ji 100î zêdetir polês êrîşî mizgeftê dikin? We tiştên berevajî vê li Tirkiyeyê bihîst gelo? Na, lewra li cem me azadiya dîn heye."

 "Em van bûyerên di demên dawîn da diqewimin, bêhediya serokên dewletê, êrîşa polêsan a di nimêja sibê da li mizgeftê hat kirin wek bûyerên ji rêzê nanirxînin."

"Nijadperestî û dijminatiya Îslamê kî dibe bila bibe, wezîfe û meqama wî çi dibe bila bibe, nexweşiyeke derûniyê ye ku aqil û wîcdanê tune dike."

 "Ez weke serokomarê welatekî ku 6 milyon merivên wî li Ewropayê dijîn, dixwazim hişyariyeke wiha bidim mixatabên xwe; heke hûn Misilmanan têxin dijminê xwe, tu tiştekî ku hûn bi dest bixin tuneye. Ji bo ku hûn nehêjabûna xwe veşêrin, hûn ketine vê rêyê, lê dawiya vê rêyê felaket e."

 "(Dijminatiya Îslamê) Parlamentoya Ewropayê ya ku di her mijarê da der barê welatê me da fikrê xwe dibêje, li hemberî vê mijarê nikare wisa bêdeng bimîne û van tiştan nebihîze."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE