''Ez kurê xwe ji HDP û PKKyê dixwazim''

''Ez kurê xwe ji HDP û PKKyê dixwazim''

Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan bi xapandin revandine serê çiyê û bi hêviya bigihêjin ewladên xwe nobeta ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr ya HDPyê dane destpêkirin, didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 734yemîn.

Sevdet Demira ji bona Fatîhê kurê xwe tevlî çalakiya rûniştê bûye diyar kir ji bona kurê xwe wê çalakiyê bidomîne.

Demirê destnîşan kir bêriya ewladê xwe kiriye û 6 sal e bi hesreta wî dijî.

Sevdet Demira destnîşan kir kurê wê bi xapandin birine serê çiyê wiha axivî, "Ez kurê xwe ji HDP û PKKyê dixwazim. Heya kurê min neyê ez ji vir naçim. HDPyê kurê min şandiye çiyê. Kurê min bi tena serê xwe nikaribû di nav Diyarbekir da jî bigere. Bi tena serê xwe çawa dikare here Iraq û Sûriyeyê."

Necmettîn Biçer jî diyar kir ku Gulcana keça wî 6 sal berê xapandine û birine çiyê û wiha peyivî, "Werin teslimî hêzên ewlehiyê bibin. Ev welatê me ye, netirsin. Êşa ku PKKya rêxistina terorê daye bav û dayikên Kurd nayê terîfkirin. Em biryardar in. 10-20 sal jî bidome em ê ji ber avahiya bajêr ya HDPyê neçin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE