''Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim''

Dayik Hatîce Ay: "Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim. Heta wî hilnedim dê ji vir neçim" Bav Nazmî Turan: "Em heta dawiyê li vir in, biryardar in. Gelek malbat gihaştin ewladên xwe, em jî li benda mizgîniyê ne"

''Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim''

Dayikên Diyarbekirê ji bo zarokên xwe yên revandine serê çiyê nobeta ewladê ya li ber derê avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê bi biryardarî didomînin.

Çalakiya rûniştina Dayikên Diyarbekirê ku HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin û di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 591emîn da dewam dike.

Hatîce Aya ku çalakiyê dike got ku ji bo kurê xwe Muhammedê ku 6 sal berê di 16 saliya wî da revandin serê çiyê beşdarî nobeta ewladan bû.

Ayê ragihand ku kurê wê nexweş e û divê timî di bin çavdêriyê da be û da zanîn ku 6 sal e ji kurê xwe tu xeberê hilnedaye.

Ayê got "Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim. Heta wî hilnedim dê ji vir neçim, biryardar im. Muhammed kurê min vegere mala xwe. Tu biçûk î, nexweş î. Ev 6 sal in em di meraqa te da ne. Kurê min were teslîmê edaletê bibe. Te dixapînin."

Nazmî Turanê ku ji bo keça xwe Kadriyeya ku 8 sal berê li Çukurcaya navçeya Hekariyê di 15 saliya xwe da revandin çiyê hat jî diyar kir ku 591 roj e bi biryardarî çalakiya xwe didomînin.

Turan wiha axivî: "Min ji keça xwe tu xeber hilneda. Em heta dawiyê li vir in, biryardar in. Gelek malbat gihaştin ewladên xwe, em jî li benda mizgînyê ne. Dewleta me hêzdar e. Keça min heke dengê min dibihîzî were, teslîmê dewletê bibe."

- Malbatan bi pispora ku li Fransayê behsa wan kir ra hevdîtin kir

Di vê navberê da malbatan bi dîmen bi Oznur Kuçuker Sîreneya pispora têkiliyên navneteweyî ku li Fransayê di bernameya beşdar bibû da behsa wan kir ra hevdîtin kir.

Sîreneyê di hevdîtinê da got ku ew bixwe jî dayik e û êşa dayikên ku têkoşîna ewladan didin parve dike.

Sîreneyê da zanîn mecbûr in ku feryada dayikên Diyarbekirê li dinyayê bidin bihîstin û got ku "Mixabin ku welatên din piştgiriyê didin PKKya rêxistina terorê. Ez ê hem wek dayikek hem jî wekî welatiya Tirk a ku hem welatê xwe hem jî gelê xwe difikire êşa we ragihînim hemû dinyayê. Xwedê demildest dawî li êşa we bîne û we bigihîne ewladên we."

Dayikan jî spasiya Sîreneyê kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE