"Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim"

Solmaz Ovunça dayik: "HDPyê kurê min hilda, teslîmî PKKyê kir. Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim"

"Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim"

 Nobeta ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 281emîn.

Solmaz Ovunç ji Wanê seba Baranê kurê xwe yê ku 5 sal berê di 15 saliya wî da revandin serê çiyê, çalakiya rûniştinê dike. Ovunçê got ku heta ew negihêjin ewladên xwe, biryardar in ku çalakiya xwe bidomînin.

Ovunçê got "PKKyê nehat li ber deriyê min kurê min nebir. HDPyê kurê min hilda, teslîmî PKKyê kir. Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim." Ovunçê destnîşan kir, heke ew bigihêje kurê xwe jî wê ji bo piştgiriya malbatên din çalakiya rûniştinê bidomîne.

Ovunçê daxuyand ku 13 kes teslîm bûn û gihîştin malbata xwe û bangî kurê xwe kir ku teslîm bibe.

Omer Tokayê ji Diyarbekirê seba Mehmetê kurê xwe yê ku 9 sal berê di 14 saliya wî da revandin serê çiyê beşdarî çalakiyê bûye. Tokay jî got ku kurê wî xapandin û birin serê çiyê.

Tokay diyar kir, ew ji bo ku bigihêje ewladê xwe, biryardar e ku çalakiyê bidomîne û wiha dewam kir, "Sîlahê didin destê zarokên 14 salî. Kurê min were teslîmî edaletê bibe. 13 hevalên te hatin. Eyda dê û bavên xwe pîroz kirin. Eyda me tuneye. Heta tu neyê em nikarin eydê bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE