''Ez niha dibêjim, namzedê Îtifaqa Cumhur Tayyîp Erdogan e''

''Ez niha dibêjim, namzedê Îtifaqa Cumhur Tayyîp Erdogan e''

Erdogan: "(Kiliçdaroglu) Derheqê min û kulfetên mala min da buxtanên nû derdixe. Min îro dozeke din qezenc kir. Hey ku biryar derdikevin em li ser navê Kemal efendî xêrê dikin."

Serokomar Erdogan: "Em destûrê nadin ku li vî welatî tu kes cuda bê dîtin. Em çawa li cem hemû mexdûr û mezlûman cî digirin em ê li cem te jî bin Kemal efendî."

Serokomar Erdogan: "(Ji Kiliçdaroglu ra) Tu li ser hev dibêjî 'bira dîroka hilbijartinê eşkere bibe'. Ez niha dibêjim, sala bê di navîna meha Hezîranê da wê hilbijartin çêbe."

Serokomar Erdogan: "(Ji Kiliçdaroglu ra) Li ser hev dibêjî 'bira namzedê Îtifaqa Cumhur' eşkere bibe. Ez niha dibêjim, namzedê Îtifaqa Cumhur Tayyîp Erdogan e."

Serokomar Erdogan: "(Kilçdaroglu) Ev kes niha jî bi pey serokomariyê ketiye. Bi mêranî dernakeve meydanê û dixwaze bi rêyên din bike."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE