"Ez qebûl nakim ku em ê di peydakirina aşiyê da pirsgirêkekê ra rû bi rû bimînin"

Serokomar Erdogan:"(Kovîd-19) Ez qebûl nakim ku em ê di peydakirina aşiyê da pirsgirêkekê ra rû bi rû bimînin."

"Ez qebûl nakim ku em ê di peydakirina aşiyê da pirsgirêkekê ra rû bi rû bimînin"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan der barê peydakirina aşiya Kovîd-19ê da, "Ez qebûl nakim ku em ê di peydakirina aşiyê da bi pirsgirêkekê ra rû bi rû bimînin."

Erdoganê nimêja înê li Uskudarê li Mizgefta Hz. Elî kir peyra daxuyanî da rojnamevanan.

Serokomar Erdogan li ser pirsa der barê peydakirina aşiya Kovîd-19ê da got ku ez qebûl nakim ku em ê di peydakirina aşiyê da bi pirsgirêkekê ra rû bi rû bimînin û wiha pê da çû, "Niha di destê me da aşiya me heye, têra xwe heye. (Bi Rûsyayê ra) Niha bi hevdîtinên ku em dikin aşiya Sputnîkê înşellah tê, wê were. Li Almanyayê ji bona Bîontechê soz dane. Înşellah wê ew jî were."

Erdogan der barê hevdîtinên li Cenevreyê li ser meseleya Qibrîsê hatin kirin da wiha axivî, "Ez ji Qibrîsa Başûr bawer nakim. Ew tu wextî durist tevnegeriyane. Niha ji bona 2-3 mehan hat taloqkirin û ez îhtimalê nadim ku tu encamek derkeve. Lewra rast nînin."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE