''Ez ê roja duşemê li Gîresunê bim''

''Ez ê roja duşemê li Gîresunê bim''

Serok Erdogan: "Li Gîresun û gelek navçeyên wê afateke mezin çêbû. Xwedê alîkarê wan be, bibe nesîp ez ê roja duşemê li Gîresunê bim."

"Wekî tê dîtin hemû wezîr û parlamenterên me li Gîresunê çi ji destê wan tê dikin û wê berdewam jî bikin. Em ê berdewam bikin, lewra em ji bona we hene."

"(Lehiya li Gîresunê) Hemû mesele ew e ku bi xisareke herî kêm pirsgirêkên welatiyên me bên çareserkirin."

"Çawa di hemû erdhejan da em li cem welatiyên xwe bûn û demildest me derdên wan derman kir, bi heman awayî li Gîresunê jî li hemû navçe û gundan em ê li cem hemşehrî û xwîşk û birayên xwe yên ji Gîresunê bin. Bira fikar û gumana tu kesî tunebe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE