"Ez êrîşa terorê ya dijî Hewlêrê şermezar dikim"

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Barzanî got bila gelê Hewlêrê dilaram be û guh bide telîmatên hêzên ewlehiyê.

"Ez êrîşa terorê ya dijî Hewlêrê şermezar dikim"

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesrûr Barzanî êrîşa terorê ya dijî Hewlêrê şermezar kir.

Barzanî li ser hesabê Twîtterê ya hikûmeta HKIyê der barê êrîşê da daxuyanî da û wiha got: "Hewlêr dijî tirsonekan serî natewîne. Ez êrîşa terorê ya dijî Hewlêrê şermezar dikim."

Barzanî got bila gelê Hewlêrê dilaram be û guh bide telîmatên hêzên ewlehiyê.

Waliyê Hewlêrê Umîd Xoşnav daxuyandibû dijî Konsolxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê êrîşa terorê hatiye kirin.

Xoşnav gotibû ev êrîşa terorê bi moşekan va hatiye kirin, piştî êrîşê li bajêr hêzên ewlehiyê dixebitin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE