"Ez soza bajarekî zêdetir aram, zêdetir biewle, soza Stenbolê didim"

Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Bînalî Yildirim: "Ez soza bajarekî zêdetir aram, zêdetir biewle, soza Stenbolê didim. Waye ev soz soza Yildirim e."

"Ez soza bajarekî zêdetir aram, zêdetir biewle, soza Stenbolê didim"

Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê yê AK Partiyê Bînalî Yildirim di Mitînga Mezin a Stenbolê ya Tifaqa Cumhurê da axivî.

Di mitîngê da Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî jî cih girtin.

Yildirim silav da kesên beşdarî mitîngê bûn û got: "Tifaqa Cumhur şeva 15ê Tîrmehê ya ku rûh da Yenîkapiyê ava bû. Heta hûn vê meydanê tijî bikin, ne xayîn dikarin me têk bibin, ne jî em yên êrîşê li aboriya me dikin ra dibêjin serçavan."

- "Ev soz soza Yildirim e"

Yildirim der barê namzediya xwe ya ji bo Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê da jî wiha got: "Ez soza bajarekî zêdetir aram, zêdetir biewle, soza Stenbolê didim. Waye ev soz soza Yildirim e." 

Yildirim bangî kesên beşdarî mitîngê bûne kir û wiha got: "Em dawiyê bi Bînalî ra bikin?"

- "Rêwîtî wê li Stenbolê êdî nebe eziyet wê bibe şahî"

Der barê xizmetên ku dixwazin bikin da jî Yildirim wiha dewam kir: "Rêwitiya bi pergala biray ya ku emê çêkin va bê kirin wê li Stenbolê êdî nebe eziyet wê bibe şahî."

AA

Dîroka nûkirinê: 24 Adar 2019, 18:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE