Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebas destnîşan kir plana Peymana Sedsalê ya Donald Trumpê Serokê Amerîkayê red dike û got Amerîka ji bona Filistînê êdî dewleteke dost nîne.
Ebas li Qahireya paytextê Misrê di civîna Yekîtiya Ereban da axivî û wiha got: "Ez plana Peymana Sedsalê ya Trump red dikim. Ez ê wekî yekî ku Qudsê difiroşe yan jî dev jê berdide nekevim dîrokê."
Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebas di axaftina xwe da wiha got: "Me ji 1988an vir va Îsraîl nas kir û Serokwezîrê Îsraîlê yê berê Îzak Rabîn, Rêxistina Rizgarê ya Filistînê wek nûnerê meşrû yê Filistînê nas kir."
Ebas diyar kir Amerîka ji bona Filistînê êdî dewleteke dost nîne û got ku min axaftina bi Trump ra jî red kir.AA