''Fabirqeya paletên tankê ev ciyê dewletê ye''

''Fabirqeya paletên tankê ev ciyê dewletê ye''

 "Hin kes ji bo pêşî li gavên pîşesaziya parastinê bibirin ji hemû derew û îftirayan dûr nasekinin, dîsa jî welatê me di vê qadê da bû marqe."

"Ew bixwazin jî nexwazin jî Tirkiyeyê gavên ji bo garantiya îstiqbal û îstiqlala xwe biavêje û teqez bigihîje hedefên xwe."

 "Em 19 sal e li vî welatî bi berhem, xizmet û veberhênanên xwe dimeşin."

"Îro welatên Ewropayê yên herî pêşketî jî van aşiyan bi peretî dikin, bi 50 sterlîn, 100 ewroyî dikin. Bi vî awayî pere distînin aşî dikin."

"Me li esl û kok û baweriya tu kesî mêze nekir û em ji bo 84 milyon welatî bigihîjin wan xizmetên ku layîq in xebîtin û dixebitin."

 "Înşaellah di dema herî nêz da em ê ji Sakaryaya xwe ra nexweşxaneyake hezar nivînî ava bikin."

 "Xebatên aşîkirinê bi lez dewam dikin. Înşaellah em ê di demeke nêz da aşiya xwe jî têxin dewreyê."

"Welatên pêşketî li hemberî pirsgirêkên şewb bû sedem bê çare man lê me digel vê Tirkiyeyê di qada tenduristiyê heta xwarin, xurek û ewlehiya raya giştî da pêşva bir."

 "Heta îro me ji tu deverekî telîmat hilneda, pişta xwe nesipart tu aliyekî û welatê xwe heta van rojan anî û înşeallah em ê pêşdatir jî bibin." 

 "Îhaleya wê temam bû, înşeallah di demeke nêz da em ê dest bi avakirina wê bikin. Tevlî nexweşxaneya bajêr em nexweşxaneya rewşa bilez a 100 nivînî jî ava dikin."

 "Ji bo cotkarên me yên Sakaryayî ji hêla çandiniyê va me bi bergîdana 2 milyar lireyî piştgirî da."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE