"Fabrîqeya Tank Paletê nayê firotin û milkên wê nayê dewirkirin"

Serok Erdogan: "Xwedê rehma xwe li 16 xwîşk û birayên me bike ku li Kartalê di bin avahiya hilweşiya da man."

"Fabrîqeya Tank Paletê nayê firotin û milkên wê nayê dewirkirin"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Stenbolê di merasîma daketina li behrê ya keştiya ceribandin û perwerdeyê ya UFUKê(A-591)êde axivî...

Ji axaftina Serok Erdogan:

Serok Erdogan: "Xwedê rehma xwe li 16 xwîşk û birayên me bike ku li Kartalê di bin avahiya hilweşiya da man."

 "(Avahiya li Kartalê hilweşiya) Xwedê şifaya xêrê bide xwîşk û birayên me yên ji bin avahiyê hatin derxistin. Xebatên li wir dewam dikin û ez li ser navê xwe û gelê xwe sipasiya hevalên xwe yên wezîr, nûnerên hemû saziyan û bi taybetî operatoran dikim. Hêviya min ji Xwedê ew e ku xwîşk û birayên me yên di bin avahiyê da mane jî baş û silamet bin."

"Pîşesaziya keştiyan ya Tirkiyeyê xweliya mirinê ya li ser hatibû werkirin daweşand û di 16 salên dawîn da careke din pêş ket."

"Di 3 salên ku serî da DEAŞ û PKK dijî rêxistinên terorê yên qesta welatiyên me kirin û xwestin welatê me perçe bikin me serkeftinên mezin bi dest xistin."

"Îdiayên ku Serokê Giştî yê CHPyê der barê Fabrîqeya Tankê ya li Sakaryayê da tîne rojevê tu eleqeyeke wan bi fikarên neteweyî, pîşesaziya me ya parastinê û birayên me yên li wir dixebitin ra tuneye."

"Kesên bi buxtanên bêbingeh û agahiyên şaş dixwazin hişê gelê me tevlihev bikin zirara herî mezin didin pîşesaziya parastinê ya Tirkiyeyê."

 "Fabrîqeya Tank Paletê nayê firotin û milkên wê nayê dewirkirin. Li ser eraziyê fabriqeyê milkiyeta her tiştî yê dewletê ye û wê wisa bimîne. Heta niha fîrmaya ku dişixulîne ji sedî 50 yê Qeterê û ji sedî 50 ya fîrmaya Tirkan e û şirîk in. Wê qederê 40-50 milyon dolar veberhênan bê kirin û fabrîqe bê nûkirin. Tenê gorî hin şert û mercên eşkerekirî heqê xebitandinê gorî demeke eşkerekirî 25 sal e. Fabrîqeyeke ewil ya welatê me nayê dewirkirin."

"Ew hêzên piştevaniya rêxistinên terorê yên herdu destê wan di xwînê da ne dema mesele tê ser Tirkiyeyê astengiyên qet nayên bîra mirov derdixin pêş. Ji DEAŞê bigir heta PKKyê, ji wê bigir heta El-Qaîdeyê û Eş Şebabê di destê hemû rêxistinên terorê yên ku xwîna Misilmanan dirêjin da çekên malê Rojavayê hene. Di destê YPG/PKKya rêxistina terorê ya u li bakurê Sûriyeyê qirqirina nijadî dike da jî cebilxane, roketavêj û bombeyên malê mutefîqên me hene. Li hemberî rewşeke wiha ne mimkun e ku Tirkiye dest û pê girêdayî bisekine û ewlehiya neteweyî radestî welatên din bike. Dîrok ji bo kesên jê tiştek hîn nebûne dubare dibe. Em jî wek dewlet him ji dîroka xwe, him ji tabloya li pêş xwe û him jî ji ber bûyerên li herêma me diqewimin tiştan hîn dibin û ji bo xurtkirina pîşesaziya parastina xwe hewl didin."AA

Dîroka nûkirinê: 12 Çile 2019, 09:03
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE