Fahrettîn Altun bertek nîşanî daxuyaniya HDPyê ya ji bo bûyerên 1915an da

Fahrettîn Altun bertek nîşanî daxuyaniya HDPyê ya ji bo bûyerên 1915an da

Serokê Ragihandinê ya Serokomariyê Fahrettîn Altun bertek nîşanî daxuyaniya HDPyê ya ji bona bûyerên 1915an da.

Altun bertek nîşanî daxuyaniya Lijneya Rêvebirya Navendî ya HDPyê da ku ji bona bûyerên 1915an bi sernavê "Bi şerma komkujiya Ermeniyan ra rû bi bibin" hat dayîn.

Serokê Ragihandinê ya Serokomariyê Fahrettîn Altun di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî da wiha got, "Dîroka me ya dûr û dirêj û bi şeref ji bona me çavkaniya serfirazî ye. Dîroka we ya kurt û reş û tarî jî bi wesîqayên şermê dagirtî ye. Dîroka we dîroka rêxistina terorê ya cudakar e. Ez we hewaleyî gelê me yê ezîz dikim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE