Fahrettîn Altun bertek nîşanî xebera li ser Çavuşoglu da

Fahrettîn Altun bertek nîşanî xebera li ser Çavuşoglu da

Fahrettîn Altunê Serokê Ragihandinê yê Serokkomariyê der barê xebera DW Tirkî ya li ser Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva da got, "Hûn bi tenê xebera derewîn çênakin zirarê didin têkiliyên Tirkiye-Almanyayê jî."

Altun li ser medyaya civakî der barê xebera li ser Çavuşogluyê wezîr da peyam weşand.

Altun bi bîr xist ku Çavuşoglu duh bi şev xeber derewand û wiha pê da çû: 

"Ligel vê hûn vê derewê didomînin. Heke armanca we çêkirina xeberê bûya we yê xebera xwe paşda bikişanda û lêborîn bixwesta. Hûn bi tenê xebera derewîn çênakin zirarê didin têkiliyên Tirkiye-Almanyayê jî."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE