Failê êrîşa dijî Kiliçdargolu li Sîvrîhîsarê hat girtin

Hat ragihandin O.S. yê ku yek ji failê êrîşa dijî Kemal Kiliçdaroglu ye hat girtin, îfadeya 5 kesên hatin binçavkirin jî li Çubukê dewam dike

Failê êrîşa dijî Kiliçdargolu li Sîvrîhîsarê hat girtin

Serdozgeriya Komara Enqereyê daxuyand O.S. yê ku yek ji failê êrîşa dijî Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu ye li Sîvrîhîsarê hat girtin, îfadeya 5 kesên hatin binçavkirin jî li Fermandariya Cendirmeyan a Çubukê dewam dike.

Li gor daxuyaniya Serdozgeriyê O.S. yê ku yek ji failê êrîşa dijî Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu ye li Sîvrîhîsarê hat binçavkirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin îfadeya 5 kesên ji ber bûyerê hatin binçavkirin jî li Fermandariya Cendirmeyan a Çubukê dewam dike.

Hat gotin ji bo nasnameya şikbarên din jî bê tespîtkirin û bûyer bi her aliyê va bê lêkolînkirin xebat dewam dike.

AA

Dîroka nûkirinê: 22 Nîsan 2019, 12:04
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE