'ferqa êrîşa li ser aboriya me ji êrîşa li ser alaya me nîne'

Serok Erdoğan got ferqa êrîşa li ser aboriya me ji êrîşa li ser alaya me nîne. Erdoğan di peyama xwe ya cejnê de behsa êrîşa li dijî aboriyê jî kir û wiha diyar kir “aliyên ku hewl didin dê tirkiye bi kûra pereyan têk bibin dê bibînin ku ew şaş in.”

Serok Erdoğan: Aliyên ku dixwazin Tirkiyeyê bi kûra pereyan têk bibin dê bibînin ku ew şaş bin.

Serok Erdoğan derbarê şerê aboriyê yê li dijî Tirkiyeyê de axivî û got “ew ê nikaribin serê me bitewînin.”

Serok Erdoğan : Êrîşa  li dijî aboriya me tu ferqa xwe ji êrîşa li dijî banga Xwedê û alaya me nîne. Armanc ew e ku Tirkiye û gelê Tirk têk bibin û êsîr bigirin. Em miletekî wisa ne ku li şûna serî bitewînin dikarin serê xwe bidin.

Erdoğan bi dîmenekê peyama cejnê da.

Serok Erdoğan: Ez hêvî dikim cejna qurbanê ku mizgîniya xwedayê me ye, bi bereket û rehmeta xwe bibe wesîleya rizgariya ji tengasiyan.

Erdoğan di peyama xwe de behsa şerê aboriyê yê li dijî Tirkiyeyê kir.

Erdoğan got “gelê Tirkiyê bi hezaran sal in di roja xweş û xirab de yek e û gel îro jî bi yek dil û yek deng tevdigere.

Serok Erdoğan: Di salên dawî de me hemû êrîşên li ser xwe, her hewlên derbeyê û her kêmin, bi saya vê yekê têk birin. Îro jî gelê me heman sekna birûmet nîşan dide.

Serok Erdoğan li ser cejnê hişyarî jî da û daxwaz kir bila her kes li gor rêzikên trafîkê tevbigere.

Serok Erdoğan: Ez daxwaz dikim hemû xwîşk û birayên me yên ku bi wesayîtên xwe bi rê ketine, bila hay ji xwe hebin û li gor lîmîta lezê biçin û guh bidin rêzikên trafîkê. Ji bo ku cejna me nebe şîn divê em hemû erkê xwe bînin cih.

Dîroka nûkirinê: 20 Tebax 2018, 11:29
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE