"FETO ji kîjan armancên navneteweyî ra xizmetê dike ev eşkere ye"

Serokê TBMMyê Mustafa Şentop: "Dostên me bila rehet bin, dijminên me jî bila bizanibin ku li hemberî dagirkerî û îlhaqê ev gel kingê dibe bila bibe wê bersivê bide, 100 sal beriya vê jî û şeva 15ê Tîrmehê jî ewê cuda nebe."

"FETO ji kîjan armancên navneteweyî ra xizmetê dike ev eşkere ye"

Serokê TBMMyê Mustafa Şentop got: "Dostên me bila rehet bin, dijminên me jî bila bizanibin ku li hemberî dagirkerî û îlhaqê ev gel kingê dibe bila bibe wê bersivê bide, 100 sal beriya vê jî û şeva 15ê Tîrmehê jî ewê cuda nebe."

Şentop ji bo rûniştina taybet a ji ber 15ê Tîrmehê Roja Yekîtiya Neteweyî û Demokrasiyê li Lijneya Giştî ya TBMMyê axivî.

Der barê hewldana derbeyê û 15ê Tîrmehê Roja Yekîtiya Neteweyî û Demokrasiyê da Şentop got ev bûyer wê wek hewldaneke qirêj di dîrokê da cihê xwe bigre.

Şentop anî ziman hewldana derbeyê bi serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û bibiryariya gel hatiye têkbirin.

Ji bo kesên wê şevê mirine Şentop got rehma Xwedê li wan be û ji bo xaziyan jî got Xwedê emrekî bisihet û bixêr bide wan.

- FETO ji bo her welatî tehdîd e

Serokê TBMMyê Şentop got di 3yemîn salvegera 15ê Tîrmehê da li Meclisê civîneke bi vî rengî gaveke pir girîng e û wiha axivî: "Şeva 15ê Tîrmehê Tirkiyeyê rûyê xwe yê rastîn nîşanî FETOya ku qerekterê wê bêşik cehş e da û li hemberî wê têkoşîneke bibiryar meşand. Eşkere li holê ye ku ev rêxistina terorê ya nû çawa dikare bikeve dilqê her tiştî, her bûyerê gelek caran tehrîf dike û xizmeta armancên navneteweyî dike. Ev rêxistin bi tenê ji bo Tirkiyeyê talûke nîne. Ji bo her welatî, bi taybetî welatên têkiliyên wan bi Tirkiyeyê ra hene FETO tehdîd e û divê ev neyê jibîrkirin."

- "Li hemberî dagirkerî û îlhaqê ev gel kingê dibe bila bibe wê bersivê bide"

Mustafa Şentop got îsal salvegera 100emîn a Têkoşîna Neteweyî ye û di vê salê da hewldana derbeya 15ê Tîrmehê jî tê bibîranîn ku ev jî meneyên kur di xwe da dihewîne û wiha dewam kir: "Dostên me bila rehet bin, dijminên me jî bila bizanibin ku li hemberî dagirkerî û îlhaqê ev gel kingê dibe bila bibe wê bersivê bide, 100 sal beriya vê jî û şeva 15ê Tîrmehê jî ewê cuda nebe."

Şentop got şeva derbeyê ji kîjan partiya siyasî dibe bila bibe hemû parlamenterên li dijî derbeyê tevgeriyan û bieşkere tevgera xwe nîşan dan karekî baş kirin û ew ji wan ra spasiyên xwe pêşkeş dike.

Ji bo Bînalî Yildirimê Serokwezîrê wê demê, Îsmaîl Kahramanê Serokê TBMMyê yê wê demê û hemû parlamenterên wê demê yên li hemberî derbeyê tevgeriyan jî Şentop got ew layiqê rûmeta Meclisê û xazibûnê ne.

Herî dawîn Şentop behsa Serok Recep Tayyîp Erdogan kir û got bi saya basîret û wêrekiya wî ev gel û welêt ji tarîtiyê derket û spasiya Erdogan kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE