Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ne tenê ji bona Tirkiyeyê ji bona Qirxizistanê jî tehdît e.
Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derva yê Qirxizistanê Ruslan Kazakbayev piştî hevdîtinên dualî û di nav heyetan da di daxuyaniya çapemeniyê ya hevbeş da axivî.
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu diyar kir di warê perwerdeyê û qadên din da hewcedarî bi rêxistinên terorê yên mîna FETOyê tuneye û wiha got, "FETO ne tenê ji bona me ji bona Qirxizistanê jî tehdît e."
Çavuşoglu diyar kir herdu dewlet di warê perwerde û zanistê da hevkariya xwe zêde dikin û wiha peyivî, "Dibistana Mearifê li Asyaya Navîn wê bibe dibistana ewil ya Weqfa Mearifê ku bê vekirin. Ev jî nîşan dide ku em çiqas qîmetê didin Qirxizistanê."
AA