Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê fezlekeya Parlamentera Diyarbekirê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîhe Aydeniza ku kulmek li polês xist, ji Wezareta Edaletê ra şand.
Li gor agahiya ku hat hildan, Buroya Lêpirsîna Sûcên Parlamenteran a Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji bo Aydeniza ku di 12ê hezîranê da li Kadikoyê di xwepêşandina bêdestûr da kulmek li polês xist, fezleke amade kir.
Aydeniz bi "muqawemeta hemberî polês", "heqereta dijî wezîfedarê qamuyê", "birîndarkirin", "bê destûr beşdarbûna civîn û xwepêşandinê" va hat sûcdarkirin.
Piştî ku wezaret li ser fezlekeyê tedqîqa xwe bike, wê ji Serokomariyê ra bişîne.
Piştî kar û baran, ji bo rakirina parêzbendiyê fezleke wê ji Meclisê ra were şandin.
AA