Fuat Oktay daxuyand hejmara kesên di erdheja Îzmirê da mirin derket 51î

Fuat Oktay daxuyand hejmara kesên di erdheja Îzmirê da mirin derket 51î

Alîkarê Serokkomar Fuat Oktay daxuyand hejmara kesên di erdheja Îzmirê da mirin derket 51î.

 "Li navçeya me ya Bayrakliyê ya ku zirar herî zêde li wir heye 6 avahiyên me hilweşiyane, 7 avahî divê bilez bên hilweşandin, 9 avahiyên me zirareke mezin ditîne, 3 avahiyên me zirareke normal dîtine, di 260 avahiyên me da jî zirareke biçûk hat tespîtkirin. Di 586 avahiyên me da jî zirar nehat tespîtkirin."

 "(Erdheja Îzmirê) Tê plankirin ku li navçeyên Bornova, Bayrakli, Buca û Konakê tevahî 3 hezar û 880 kon bên vegirtin."

 "Em destûrê nadin welatiyan ku ew bikevin hundirê avahiyên kêm xisar jî dîtine. Jixwe ji bo yên zêde xisar dîtine em nahêlin û pêşniyaz jî nakin."

 "Tevahî 2076 xebatkarên me yên xilaskirinê di 8 avahiyan da xebatên xwe didomînin."

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca: "(Erdheja li Îzmirê) Buse Hasyilmaza ku dema di binê kavilan da bû Wezîrê me yê Çandinî û Daristanan Bekir Pakdemirlî pê ra li ser telefonê axivîbû baş bû, ewê di nav çend rojan da bê tabûrcîkirin."

"Em hemû ketibûn telaşa xilaskirina însanan. Dibe ku me guh nedabe tevdîrên vîrusa koronayê. Em dîsa guh bidin tevdîrên hewce dikin. Bi tesîra erdhejê li Îzmirê şert û mercên vîrusê çêbûn. Em guh bidin qaydeyan û rê li ber mirina kesên nû bigirin."

"(Erdheja li Îzmirê) Li nexweşxaneyên me 896 kes tên dermankirin. Vê sibê dermankirina 682 kesan xelas bû û ew hatin tabûrcîkirin. 58 kesên di serwîsê û beşa rewşa awarte da ne, tên raçavkirin jî di nav da dermankirina 214 welatiyên me dewam dike. 8 nexweşên me di beşa rewşa awarte da ne, mixabin rewşa 3 kesan pir cidî ye."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE