Fuat Oktay li Orduyê ye

Alîkarê Serokkomar Fuat Oktay li nexweşxaneyê welatiyên ku ji ber lehiya li Orduyê birîndar bibûn ziyaret kir.

Fuat Oktay li Orduyê ye

Alîkarê Serokkomar OKtay li nexweşxaneyê welatiyên ku ji ber lehiya li Orduyê birîndar bibûn ziyaret kir.

Oktay di seranserê şevê da li Unye û Fatsaya ku lê lehî rabibû lêkolîn kirin.

Oktay li texma Pireya Cevizdereyê ya li Rêya Peravê ya Behra Reş a ji ber lehiyê tep bibû lêkolîn kir û paşê jî birîndarên li serwêsa ortopediyê ya Nexwexaneya Dewletê ya Unyeyê tên dermankirin ziyaret kir.

Oktay serî li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Fatsayê (HPO) xist û dikanek ziyaret kir.

Midûrê HPOyê Olgun Topkaya agahî da Oktay ku hemû paqijî hatin kirin û dikanên li herêmê wekî ku ew ê îro dest bi mesaiyê bikin amade ne.

Alîkarê Serokkomar Oktay paşê jî serdana Taxa Yalikoyê ya ku lê lehî rabibû kir.

Oktay di nav taxê da li rêyên ku lehiyê xirab kiribûn geriya û li qehwexaneyekê bi welatiyekî mexdûr ra axivî.

Oktay daxwazên welatiyan guhdar kir û agahiyên li ser felaketa lehiyê sitand û diyar kir ku dewlet her tim li cem welatiyên xwe ye, ew ê di dema herî nêz da mexdûriyetan safî bikin.

 


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE