Serokkomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan beşdarî Kongreya Bajêr a Asayî ya Ak Parti ya 7emîn a li Trabzonê bû.
Serok Erdogan: "Gara herêmeke girîng û bipirsgirêk bû û Gara ket, bi îzna Xwedê ev kar qediya."
"Em dijî rêxitineke terorê şer dikin ku di paşeroja wê da gelek qetlîamên sivîl hene û herî dawîn jî xedarane însanên bêçek înfaz kir."
"Bikevin kîjan şikeftê jî em ê wan bibînin û li wir bikujin."
"Derewa kesên nikarin ji PKKyê ra bibêjin 'PKK', ji terorê ra bibêjin 'teror' û ji qetlîamê ra bibêjin 'qetlîam' der ket holê ku lîstikên xwe yên binkol û dafikên ku danîne vedişêrin."
"Riyakariya kesên ku piştgiriya rêxistina terorê dikin hêrsa me zêde dike, lê rastiya gavên ku em diavêjin, hereketên ku dikin û polîtîkayên me piştrast dike."
"Di bûyera înfazkirina 13 însanên mesûm da ji xeynî çend dengên lawaz dengê kesî derneket. Ey Rojava hûn li ku derê ne?"
"Em ê herekata xwe ya ku gelek pêşva çûne di heyama pêş da li herêmên ku gef û talûke zêde ne berfireh bikin."
"Ji bona cardin rastî êrîşên bi vî rengî neyên li ciyên ku hatine ewledarkirin çiqas hewce bike em ê ewqas bimînin."
AA