"Gava aşî were em ê jî tevî hemû hevalên xwe aşî bibin"

Serok Erdogan, "Di merheleya ewil da Çîn heye, di heman demê da Almanya jî heye bi van aşiyên em ê pêvajoya xwe bimeşînin"

"Gava aşî were em ê jî tevî hemû hevalên xwe aşî bibin"

Serok Erdogan: "Di merheleya ewil da Çîn heye, di heman demê da Almanya jî heye. Bi aşiyên ku wê ji van herdu welatan bên va em ê pêvajoya xwe bimeşînin."

"(Pêwendiyên bi Rûsyayê ra) Gava em li ticareta di navbera xwe da mêze dikin em bi heman biryardariyê ber bi hedefên xwe va diçin ku bawer dikim em ê hê jî bidomînin."

"(Bi Rûsyayê ra) Pêwendiyên ku me heta niha meşandiye hêvî dikim ku em ê ji niha û pê da jî bi heman awayî bidomînin."

 "Gava ez rojeke înê ji Mizgefta Ayasofyayê derketim min got ku ez ê aşî bibim. Di vê mijarê da ez bangî hemû welatiyên xwe dikim ku bi heman awayî baldar bin."

"Partiyên (sersal) bi vî rengî ha li otêlan ha li wîlayan be wê hêzên me yên ewlehiyê tevdîrên xwe hildin. Mimkûn nîne ku em destûrê bidin tiştên wiha."

"(Rewşa tenduristiya Kadîr Topbaş) geh baş dibe û geh xerab dibe. Ez bi Huseyînê kurê wî ra xeber didim. Xwedê şifaya xêrê bide."

"Gava aşî were em ê jî tevî hemû hevalên xwe aşî bibin."

"Di warê xebatên îstixbaratê da pêwendiyên me yên bi Îsraîlê ra qut nebûne û didomin. Niha bi hin kesên di asta jorîn da hin pirsgirêkên me hene."
 "Mimkûn nîne em helwesta Îsraîlê ya dijî axa Filistînê qebûl bikin. Em ji ber hişmendiya edaletê û yekîtiya axa welatan di vê rewşê da ji Îsraîlê cihê dibin. Wisa nebe em jî dixwazin pêwendiyên me bi wan ra baş bin."

"Em wek tevahiya mirovahiyê him ji ber şewba vîrusa koronayê û him jî gelek cihê di heyameke zor û zehmet da derbas dibin."

"Şewba Kovîd-19ê ji xeynî qeyraneke tenduristiyê ji aboriyê bigire heta têkiliyên însanî û ewlehiyê bandoreke neyînî li her warên jiyanê dike." 

"Ev şewba hanê ya ku bi ser welatên aboriya wan xurt bû da jî girt bi taybetî jî barê welatên ku zêde pêşneketine û yên pêşdiketin giran kir. Tevlî şewbê me va dît ku wa xweparastin zêdetir bû, dîwarên gumrukê ji nû va hatin bilindkirin û berê xwe bi alî xwe va kirin xurttir bû û em jî bûn şahidê vê yekê."   

 "Em derbasî heyamekê bûne ku ji bona fîrma li dinyayê belav bibin divê ji xeynî hilberînê di warê afirandin û nûbûnê da jî derkevin pêş. Di vê heyama ku hilberandin têrê nake da divê înovasyon û lêkolîn û pêşvabirin hebe."

"Ev şewb her çiqas bi xwe ra gelek zor û zehmet anîbe jî di heman demê da ji bo kar û bar kirinê jî fersendên nû derxist pêşiya me. Fîrmayên me di heyama şewbê da bi berhemên xwe yên qelîte û bihayên xwe yên berberiyê va û ya herî girîng jî bi ewlehiya xwe va derketin pêş."

"Tirkiye ji îxaracatê bigire heya hilberînê, ji turîzmê bigire heya pîşesaziya parastinê di her warî da di vê heyamê (şewb) da wê hê xurttir derkeve."

"Li pişt vê xwenîşandan a bi îdia ya welatê me tesîra wê binesaziya ku di 18 salan da me ji bo welatê xwe ava kir gelek e."

"Ji tenduristiyê bigire heya gihandinê û ji çandiniyê bigire heya turîzmê hemû mijarên ku mixalefet di 18 salên dawîn da me rexne dike di 8 mehan da bi temamî badilhewa bûn."

"Vê pêvajoyê tevlî hêza welatê me û asoya hikûmeta me bêvîzyoniya muxalefetê jî raxist pêş çavan."

"Ez bangî her endamên Meclisa Îxracatkaran ya Tirkiyeyê dikim ku di seferberiya me ya îxracatê da cî bigirin."

"Aboriya me ya di çaryeka duyemîn ya salê da ji ber şewbê biçûk bû di çaryeka sêyemîn da bi xwe va hat û ji sedî 6,7 mezin bû. Bi vê rêjeyê em li dinyayê bûn dewleta ku leztir mezin dibe."

"Bêsiûdiya herî mezin a Tirkiyeyê ew nêrîna muxalefetê ye ku siyasetê wekî deriyê pêşeroj û berjewendiyê dibîne. Lewra ew di her fersenda bi dest dixin da Tirkiyeyê xirab nîşan didin, veberhênanên biyanî ditirsînin, aboriya Tirkiyeyê xerab nîşan didin û em halê yên di wê fikrê da ne jî ji miletê xwe ra dihêlin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE