''Gavên ku di 16 salên dawîn da hatin avêtin fêkiyên xwe dan''

Serokomar Erdogan got, "Gavên ku di 16 salên dawîn da ji bo binesaziyê hatin avêtin fêkiyên xwe dan. Ji îro pê va Turkiye êdî derketiye wê astê ku dikare di warê perwerde-hîndekariyê da hilkişe asteke jorê û hemleyeke nû pêk bîne."

''Gavên ku di 16 salên dawîn da hatin avêtin fêkiyên xwe dan''

Serok Recep Tayyîp Erdogan di merasima vebûnê ya sala perwerde û hîndekariyê ya 2018-2019an ku li Lîseya Kabataşê hat lidarxistin da axivî.

Serok Erdogan di destpêka axaftina xwe da got ku sala nû ya perwerde û hîndekariyê, xwendekar û mamoste di serî da li hemû camîeya perwerde û hîndekariyê û li tevahiya milet bi xêr be.

Erdogan got ku înşelah sala perwerde û hîndekariyê ya 2018-2019an dê bibe wesîle ku welatê me yê ku li ber şefeqa vejîneke nû ye, pêngav û teşebusên pir mezintir bi cih bîne û wiha dewam kir, "Ji bo kêmasiyên sîstema me ya perwerdeyê bên temamkirin, ew li gor demê be, pirsgirêkên ku ketine ser hevdu bên çareserkirin di nav 16 salên dawîn da me gavên mezin avêtin."

Serok Erdogan bal kişand ku wan dawî li mantalîteya yekdirûv, qedexeker û şûna ku xwendekar bi pêş da bibe di cihê xwe da dihêle, anî ku êdî qet venegere û wiha got, "Me sîstema perwerde û hîndekariyê ji tevliheviyê xilas kir û gihande asteke pir azad, pir demokratîk û pir pirsyarker."

"Em dixwazin bi qasî dewlemendan, derfeta feqîran jî hebe ku perwerdeyeke bikalîte bistînin"

Erdogan destnîşan kir ku ew dixwazin ku bi qasî dewlemendan, bira derfeta feqîran jî hebe ku perwerde û hîndekariyeke bikalîte bistînin û wiha pê da çû:

"Em dixwazin derfetên li bajarên mezin li gundên me yên herî dûr jî hebin û herwiha her ferdekî 81 milyonî ji heman firsendê sûdê werbigire. Gavên ku di 16 salên dawîn da ji bo binesaziyê hatin avêtin fêkiyên xwe dan. Ji îro pê va Turkiye êdî derketiye wê astê ku dikare di warê perwerde-hîndekariyê da hilkişe asteke jorê û hemleyeke nû pêk bîne."

"Wezareta Perwerdeya Neteweyî bila sax be seferberî îlan kir"

Erdogan wiha axivî, "Îsal hinekan xwest provoke bikin, gotin 'em çap nakin'. Vê carê Wezareta Perwerdeya Neteweyî bila sax be seferberî îlan kir û pirtûk gihandin vê salê. Bi xêr Turkiye êdî dê nebe welatekî wisa ku di warê ilim da kêmasiyên wê hene. Em ê ji van gelekan li dû xwe bihêlin. Turkiye înşelah dê bibe welatekî wisa ku xwe bi kalîte û teknolojiyê ra gihandiye. Divê em pergala xwe ya perwerde û hîndekariyê wisa ava bikin ku hesta xwebaweriyê bide zarokên me, ruhê pêngavê bide wan. Her wiha divê pergaleke wisa be ku lingekî pergelê li ser nirx û welatê me sabit be, lingê wê yê din jî bikaribe li hemû dinyayê bigere."

AA

Dîroka nûkirinê: 18 îlon 2018, 14:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE