"Gavên ku emê bi Rûsyayê ra bavêjin pir girîng in"

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn li Qesra Kremlînê hatin bal hevdu

"Gavên ku emê bi Rûsyayê ra bavêjin pir girîng in"

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan anî ziman gavên hevpar ên Tirkiye û Rûsyayê yên li Sûriyeyê girîng in û wiha got: "Gaveke din a girîng jî ew e ku li hemberî çalakiyên terorê yên li herêmê em bi hevkarî gavan davêjin."

Hevdîtina Serok Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn di saet 14.05an da li Qesra Kremlînê dest pê kir.

Beriya hevdîtinê Erdogan bi kurt axivî û got di Civîna 8emîn a Konseya Hevkariya Bilind a Tirkiye û Rûsyayê da mijarên siyasî, eskerî, aborî û çandî wê bên axaftin.

Erdogan got 3 peyman wê bên îmzekirin ku ewê ji bo dahatûyê bibin gav.

- "Gavên ku emê bi Rûsyayê ra li Sûriyeyê bavêjin pir girîng in"

Serok Erdogan got di têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê da li hemberî terorê gavên hevpar tên avêtin û wiha dewam kir: "Gaveke din a girîng jî ew e ku li hemberî çalakiyên terorê yên li herêmê em bi hevkarî gavan davêjin. Bi taybetî gavên me li Sûriyeyê avêtin, yên ku emê bavêjin pir girîng in. Ji ber vê bi ya min Civîna 8emîn a Konseya Hevkariya Bilind a îro pir girîng e. Hevdîtinên wezîrên me yên ku wê bikin jî pir girîng in. Emê li ser van jî nirxandinan bikin û Civîna 8emîn a Konseya Hevkariya Bilind temam bikin."

Putin: Hecma bazirganiyê gihîşt 35 milyar dolarî

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putin destnîşan kir ku ew bi kêfxweşî temaşe dikin ku peywendiyên wan û Tirkiyeyê nexasim di warê aboriyê da pêş ketine û wiha dewam kir, "Di warê peywendiyên navneteweyî û pirsgirêkên kurewî da hevkariyeke me ye zêde ya bi Tirkiyeyê ra heye. Di navbera wezaretên Karên Derva û Parastinê yên herdu welatan da peywendiyeke germ heye. Hevkariya me ya teknîkî ya eskerî jî didome û zêde dibe."

Putîn û Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li paytext Moskovayê berî ku derbasî civîna dualî bibin, daxuyanî dan çapemeniyê.

Putîn xweşhaliya xwe anî ziman ku ew, Serokomar Erdogan li Moskovayê diezimînin û wiha dewam kir, "Em ê îro civîna 8emîn a Konseya Hevkariya Payebilind (KHP) li dar bixin. Em ê ligel saziyên civaka sivîl û herwiha ligel karsazan jî rûnên û em ê peywediyên di navbera welatên me da binirxînin. Em ê herwiha îşev jî Sala Çand û Turîzmê ya Tirkiye û Rûsyayê bidin destpêkirin."

Putîn bal kişand ser hecma bazirganiya di navbera Tirkiye û Rûsyayê û wiha got, "Em bi kêfxweşî temaşe dikin ku peywendiyên me û Tirkiyeyê nexasim di warê aboriyê da pêş ketine. Hecma bazirganiya di navbera Tirkiye û Rûsyayê da gihîşt 35 milyar dolarî." 

Herwisa Putîn binê wê yekê jî xêz kir ku ew ligel Tirkiyeyê di mijarên navneteweyî û kurewî da xebat û mesaiyeke zêde dikin û wiha pê da çû, "Di warê peywendiyên navneteweyî û pirsgirêkên kurewî da hevkariyeke me ye zêde ya bi Tirkiyeyê ra heye. Di navbera wezaretên Karên Derva û Parastinê yên herdu welatan da peywendiyeke germ heye. Hevkariya me ya teknîkî ya eskerî jî didome û zêde dibe."

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Fatîh Donmez, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û Wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcan jî di hevdîtinê da cih girtin.

Dîroka nûkirinê: 11 Nîsan 2019, 16:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE