"Gel dibêje divê ev hilbijartin bê nûkirin"

Serok Erdogan got: "Gel ji min ra wiha dibêje, dibêje serok divê ev hilbijartin bê nûkirin."

"Gel dibêje divê ev hilbijartin bê nûkirin"

Serok Recep Tayyîp Erdogan di 25. Civîna Lijneya Giştî ya MÜSİAD'ê de axivî.

Serok Erdogan got: "Gel ji min ra wiha dibêje, dibêje serok divê ev hilbijartin bê nûkirin."

Ji axaftina Serok Erdogan hin sernavên derketin pêş ev in:

"Di 17 salên dawîn da ku AK Partî desthilatdar e em bûn şahidê pêşketinên herî mezin yên di dîroka nêzîk ya welêt da.

Ji bona Tirkiye bigihêje hedefên xwe yên 2023yan hewcedariya me pê heye ku MUSÎAD xebatên xwe zêdetir û berfirehtir bike.

Em tu wextê di ser îradeya gel da îradeyeke din nas nakin û em ê nas jî nekin.

Armanca me ew e ku em qîmeta rayên gel bidin gel. Em naxwazin bi hîle û dereqanûnî 31ê Adarê bikin qurban.

Birêz Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind gelo çima hetanî nika li dijî tehdîdên li wan tên kirin daxuyaniya nivîskî nade û nabêje 'Çawa dibe ku hûn me tehdîd dikin?

Li meydanê şik û hîleyek heye û heger ev ji holê bê rakirin wê Lijneya Hilbijartinê jî pak bibe û wê dilê gelê me jî rehet bibe.

Li vê derê şik heye. Ev li holê ye. Gendelî heye li holê ye. Em ji gel bipirsin, gel biryareke çito dide em bêjin ser seran û ser çavan û wê qebûl bikin. Ev evqasî hêsan e.

Teqdîka kesên ku tu projeyek, tesbîtek û teklîfeke wan ji bo welêt tune lêbelê li gel hêviyê belav dikin mehkûm e ku tep bibe.

Di ciyê memûran da karkerên bipeyman yên di bankeyan da li sandoqan hatine wezîfedarkirin, hûn der barê çi da difikirin? Mixabin karkerên 4-5 bankeyan di sandoqan da hatine wezîfedarkirin. Çi dibêjin? Dibêjin qaymeqaman ev ji me xwestine. Dibe ku bixwaze. Heger qaymeqam xeletiyeke wiha bike heqê te tuneye tu xeletiyeke wiha bikî û biparêzî. Lewra qanûn eşkere ye. Çi dibêje? Dibêje memûr, yanê 657.

Îtifaqa Cumhur dîsa wê lokomotîfa heyama nû be. Ez bangî kesên ku dixwazin bikevin nav spekulasyonan dikim: Belasebeb hewl nedin."

Dîroka nûkirinê: 06 Gulan 2019, 12:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE