''Gelê me dê tu carî rê nede tifaqa veşartî''

Wezîrê Edaletê Abdulhamit Gul: "(Hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê) Welatiyên me yên bêbiryar dibêjin 'nabe em bidin dû serpêhatiyekê, em piştgiriyê didin tecrube û îstiqrarê' û piştgiriya xwe tînin ziman"

''Gelê me dê tu carî rê nede tifaqa veşartî''

Wezîrê Edaletê Abdulhamit Gul der heqê hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê da wiha got, "Welatiyên me yên bêbiryar dibêjin 'nabe em bidin dû serpêhatiyekê, em piştgiriyê didin tecrube û îstiqrarê' û piştgiriya xwe tînin ziman."

Wezîr Gul li Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA) ku lê bû mêvan, rojev nirxand û bersiva pirsan da.

Ji Wezîr Gul, nirxandina wî ya li ser hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê hat xwestin û wî jî wiha got, "Hewa zehf xweş e. Em li qadên hilbijartinê, li cem welatiyên xwe, li kuçe, kolan, sûk û bazarê dibînin ku em ê serkeftineke nû ya Tifaqa Cumhurê, ya AK Partiyê di 31ê Adarê da bibînin. Welatiyên me yên bêbiryar dibêjin 'nabe em bidin dû serpêhatiyekê, em piştgiriyê didin tecrube û îstiqrarê' û piştgiriya xwe tînin ziman. Roj bi roj em dibîni ku welatiyên me di lehê AK Partî û Tifaqa Cumhurê da biryara xwe dide."

Wezîrê Edaletê Gul bal kişand ku xelkê Enqereyê pê beled e ku heger Mansur Yavaş bê hilbijartin, piştî 1ê Nîsanê li Enqereyê HDP wê şaredariyê bi rê va bibe û wiha pê da çû, "Ji Birêz Yavaş dipirsin 'Hûnê herin ziyareta HDPyê?' dibêje 'Emê ji ajansê bipirsin'. Heta 1ê Nîsanê te ji ajansê pirsî, piştî 1ê Nîsanê jî ma tu yê ji HDPyê bipirsî? Gelê me wê tu carê rê nede vê tifaqa qirêj û veşartî."

- "Dengê Kurdan di bêrîka kesekî da nîne"

Gul bal kişand ku bazarî û tifaqa veşartî derket meydanê û wiha dewam kir, "Miletê me vê tifaqa ku veşartî hatiye kirin, bi çavê serê xwe dibîne û dê li ser sandoqê piştgiriyê nede vê tifaqê, dê bide Tifaqa Cumhurê. Yek jî dengê Kurdan di bêrîka kesekî da nîne. Partiya ku herî zêde dengê Kurdan werdigire, AK Partî ye. Di vê hilbijartinê da jî dê wisa bibe."

Gul diyar kir ku gel destûrê nade ku HDP bi awayekî veşartî di meclisên şaredariyan da bê bicihkirin û wiha dewam kir, "Gelê me dê destûrê nede wê yekê ku bi awayekî veşartî, awayek ji awayan HDP di meclisên şaredariyan da were bicihkirin. HDP bi sembola xwe ranabe, di nava partiyeke wekî CHPyê da radibe, di nava ÎYÎ Partî ku xwe weke partiyeke neteweperwer nîşan dide da radibe. Ev yek, li hemberî vî gelî helwesteke ne exlaqî ye."

- "Divê tu bersivê bidî pirsên xelkê Enqereyê"

Wezîrê Edaletê Gul der heqê îdiayên ku Mansur Yavaş bac nedaye da jî wiha axivî, "Helbet gelê Enqereyê dê teqdîr bike. Hiqûq li aliyekî, divê hûn ji aliyê siyasetê va ji aliyê exlaqî va bersivê bidin pirsên gelê Enqereyê, lêbelê ev pirs bêbersiv mane." 

Wezîr Gul qala mijara di dadrêsê da pisporîbûnê jî kir û wiha got, "Çawa dest pê bike, dadgerê hiqûqê heya teqwid bibe dê wekî dadgerê hiqûqê, dadgerê cezayê be heger, dê wekî pisporê cezayê dewam bike."

AA

Dîroka nûkirinê: 25 Adar 2019, 12:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE