"Gelê min raya xwe dide projeyan"

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan di mitînga li Elazigê bangî gel kir...

"Gelê min raya xwe dide projeyan"

 Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Ev gel tu wextê qîmetê nade populîzm, heqaret û derewan. Ev gel hevkariya bi cudakaran ra û tunêlên dijî îradeya neteweyî hatine kolandin tu wextê ji bîr nake. Gelê min raya xwe dide projeyan."

Erdogan li Meydana Îstasyonê di mitînga AK Partiyê ya Elezîzê da axivî.

Serok Erdogan destnîşan kir kî meydanên mitîngê bike ciyê buxtanê ew ne tenê îtibara xwe îtibara siyasetê jî xera dike û wiha got: "Ev gel miheqeq li ser sandoqê dersa derewkaran dide. Dîroka me bi kesên bêkêr yên wisa zen dikin ku dikarin bi buxtanê hilbijartinê qezenc bikin, tije ye."

Erdogan diyar kir ev gel tu wextê qîmetê nade populîzm, heqaret û derewan û wiha axivî: "Ev gel hevkariya bi cudakaran ra û tunêlên dijî îradeya neteweyî hatine kolandin tu wextê ji bîr nake. Gelê min raya xwe dide projeyan."

Serok Erdogan destnîşan kir ji bona yarî be jî meriv ji efeyên Aydinê, edeyên Meraşê, ûşaxên Behra Reş û dadaşên Erziromê ra nabêje terorîst û got ku navê vê henek û yarî nîne, navê vê bêhedî û bêedebî ye û wiha dewam kir: "Ciyek tuneye ku xanimefendî birevê. Lewra parlamenter jî nîne. Em ê bi wê ra hesbê xwe bibînin. Hesabê wê ew ê giran be. Miletê me ew ê di sandiqê da şîrmaqa mezin li wan bixe. Di 31ê Adarê da miletê me wê rayê wan bibe ku hela henek çito tê kirin."

Erdogan diyar kir ji çiyê bi navbeynkaran ferman, telîmat û pisûle tê û got ku dora rojê demildest piştgirên Qendîlê êrîşî me dikin.

Serok Erdogan destnîşan kir îsal di heyama Rêbendan-Sibatê da 5 milyar lire pereyê piştgiriyê dane cotkaran û got ku em ê di nava meha Adarê da 3 milyar û 716 milyon lireyên din jî bidin wan.

AA

Dîroka nûkirinê: 12 Adar 2019, 09:06
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE