Gelo çı hat serê kaşıkçı?

Rêvebiriya Riyadê bêdeng e...

Gelo çı hat serê kaşıkçı?

Li ser windabûna Cemal Kaşıkçı Emerîkayê heya niha bi awayekî tund bertek nîşanî rêveberiya Riyadê dida. Lêbelê gelo bi daxuyaniyên dawî Emerîka helwesta xwe diguherîne? Serokdewletê Emerîkayê Donald Trump herî dawî li ser bûyerê axıvî û got: Divê em ji bo biryarê ecele nekin, ewil bûyerê fêhm bikin. Li ser axaftina Trump ji senato û çapemeniya Emerîkayê li dijî Trump bertek hatİn.

Emerîkayê derbarê windabûna rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşıkçı de ji gotinên xwe şihitî.

Serokdewletê Emerîkayê Donald Trump bi Prensê Welîehd Muhammed Bîn Selaman re bi telefonê xeber da.

Trump li ser twitterê behsa hevdîtinê kir û got: Selman ji min re gotiye, haya min ji bûyerên li konsûlxaneyê tune.

Serokdewletê Emerîkayê di hevpeyvîna bi EŞOŞİEYTİD PRESê de bertêkên li dijî Erebistana Siûdî rexne kirin û got: Divê ewil em fêhm bikin ka çi bûye?

Trump got divê Erebistana Siûdî heya bûyer zelal nebe neyê sûcdar kirin. Trump got divê biryar ecele neyê dayîn û bi van gotinan piştgirî da rêvebiriya Erebistana Siûdi.

Senotorê Komarparêz LİNDSEY GREHIM jî li ser gotinên Trump bertek nîşan da.

Graham bi ser rêvebiriya Sîûdî ve çû û got; nê pêkan ku haya Prensê Welîehd ji tiştekî tunebe. Her wiha Grahman got, divê Prens Muhammed Bîn Selman biçe û heya ew neçe ez ê pêre nexebitim.

Li Washingtonê derbarê mijarê de li ser hev daxuyani dihatin. Wê navberê Wezîrê Derve yê Emerîkayê Mike Pompeo jî li Riyadê bi Kral Selman Bîn Abdulezîz û bi Prensê Welîehd Muhammed Bîn Selman re civiya.

Piştî hevdîtinan daxuyaniya Pompeo jî li gorî gotinên Trump bû.

Pompeo got : Desthilatdariya Sîûdî bibiryar e ku rastiyan derxe û dixwaze berpirsyaran bibîne.

Her wiha bûyera windabûna Kaçıkçı di çapemeniya Emerîkayê de cihekî fireh digre.

Rojnameya New York Timesê bûyer nirxand û got; Erebistana Siûdî xwe amade dike ku kuştina Cemal Kaşıkçı qebûl bike.

Dîroka nûkirinê: 17 Cotmeh 2018, 15:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE