General û amiral hatin tayînkirin

Bi tesdîqa Serok Recep Tayyîp Erdogan 75 fermandarên Fermandariya Hêzên Bejayê, 25 fermandarên Fermandariya Hêzên Behrê û 27 fermandarên Fermandariya Hêzên Hewayê hatin tayînkirin

General û amiral hatin tayînkirin

Bi tesdîqa Serok Recep Tayyîp Erdogan 75 fermandarên Fermandariya Hêzên Bejayê, 25 fermandarên Fermandariya Hêzên Behrê û 27 fermandarên Fermandariya Hêzên Hewayê hatin tayînkirin.

Piştî biryarên li Şûreya Eskerî ya Bilind hatin hildan tayîn û terfî bi tesdîqa Serokomar Erdogan hatin kirin. Li gor vê biryara ji bo general û amîralan bi îmzeya Erdogan di Rojnameya Fermî da hat weşandin û kete rewacê.

Di vê çarçoveyê da tayîn û terfiya ji bo 75 fermandarên Fermandariya Hêzên Bejayê, 25 fermandarên Fermandariya Hêzên Behrê û 27 fermandarên Fermandariya Hêzên Hewayê hatin kirin.

Korgeral Şeref Ongayê Fermandarê EDOKê ya Hêzên Bejayê bû Fermandarê Artêşa 3yan, Yavuz Turkgenciyê Serokê Qurmay ê Fermandariya Hêzên Bejayê bû Fermandarê EDOKê ya Hêzên Bejayê, Korgeneral Alî Sîvriyê Fermandarê Kolordiya 4an bû Fermandarê Artêşa Egeyê. Korgeneral Sînan Yaylayê wekî wekîl Fermandariya Artêşa 2yan dikir jî wekî esli hat tayînkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 22 Tebax 2019, 10:29
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE