Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan beşdarî merasima "Xelatên Taybet ên Wezareta Çand û Turîzmê yên Sala 2018an" a li Kulliyeya Serokomariyê bû.
Erdogan got heke di civakekê da huner û edebiyat felc bibe, li wê civakê êdî nirxên hevpar nikarin derkevin holê û wiha axivî: "Ji bo gelan hin caran serkeftinên ku bi dîplomasî, hêza eskerî û aboriyê va nayên bidestxistin, bi berhemên muzîk, edebiyat û sînemayê va tên bidestxistin."
Erdogan behsa salên derbasbûyî kir û wiha got: "Dema ez 16 salên derbasbûyî dinihêrim ji ber ku di qada çand û hunerê da me bi têra xwe me gav neavêtine, heyfa min tê, ez xemgîn dibim. Lijneya Polîtîkayên Çand û Hunerê ya ku me di banê Serokomariyê da ava kir ew ê tevkariyê bide avakirina polîtîkayên li ser vê qadê û ewê xebatên tên meşandin teqîb bike."
"Çand û huner mijareke girîng a bekayê ye"
Serokomar Erdogan wiha dewam kir: "Ez mijara çand û hunerê qasî têkoşîna dijî terorê, polîtîkaya derva û qadên xizmetê yên bingehîn girîng dinirxînim, mijareke girîng a beqayê ye. Înşeallah em ê di heyama teze da li welatê xwe çand, huner, mîmarî, bajarvaniyê bînin asta ku heq dikin."
AA