Gera Serok  Erdogan a Amerîkaya Başûr

Serok Erdoğan ê beşdarî Civîna Rêberan a G-20'ê bibe…

Gera Serok  Erdogan a Amerîkaya Başûr

Serok Recep Tayyip Erdoğan ê îşev biçe Amerîkaya Başûr. Erdoğan ê biçe serdana 3 welatan û wê beşdarî cıvîna rêberan a g-20'ê jî bibe.

Erdoğan ê pêşiyê biçe Arjantînê. Erdoğan ê li wir beşdarî civîna rêberan a G-20'ê bibe. Civîn dê li Paytext Bûenos Aîresê bê kirin.

Serok Erdoğan wê di civînê de hevdîtinên dualî jî bike. Erdoğan dê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokkomarê Fransayê Emanuel Macron, Serokwezîrê Japonyayê Şinzo Abe re were balhev.

Di Hevdîtinan de wê li ser têkiliyên dualî, qetilkirina Kaşıkçı, rûdan û geşedanên li Sûriye û Filistînê bê axaftin.

Erdoğan piştî ARjantînê wê derbazî Paraguay û venezuellayê bibe.

Dîroka nûkirinê: 28 Mijdar 2018, 10:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE